
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Ahmet Altan Hukumet hişyar kir NNÊ / Navend 07.01.2010 Berpirsyar û Nivîskarê Rojnama Tarafê Ahmet Altan di nivîsa xwe ya îro de dibêje li Anqereyê hin gotin belav dibin ku wê hukumet doza Ergenekonê sist bike û peywendiyên xwe yên bi leşkeran re jî zêdetir bike. Altan wiha dinivîse "Di navbera rojnamevanên ku Anqereyê baş dizanin gotinek belav dibe. Nanivîsînin û nakin nûçe lê gotin ji guhekî diçe guhekî din. Ez nizanim ev gotin raste an na, lê ez jî wek her kesî goman dikim ku rast be. Baskekî hukumetê hevalê sistkirina doza ergenekonê û zêdetir peywendiyên bi leşkeran rene. Ev nêrîn ji alî Serokkomar Abdulah Gul ve jî tê piştgirî kirin. Sedema ku di nava polîsan de dubendî heye jî, ji van nêrînên cuda derkevin holê. Heke di nav hukumetê de bi rastî jî baskek wiha hebe û hukumet ligor wan tevbigerê, ev wê bibê xwekujêrî. Qesta min ne xwekujêrîya siyasîya. Behsa ji holê rakirina fîzîkî dikim. Ahmet Altan di berdewamiya nivîsa xwe de behsa nêrînên rojnamevanan ên di derbarê suîkasta Arinc û doza ergenekonêde dikê û piştre dibêje“ Jiber ku piraniya tetîkçîyên Ergenekonê hatine girtin û yên ne hatine girtin jî, êdî dizanin ku dewlet ne li pişta wane û pirr rehet dikarin werin girtin. Lawma jî paşde vekişîyane û karê hilweşandina hukumetê jî maye dı sıtuwê serkêşan re. Di destê wan de mirovên wan wiha kêmbune ku di dema ketina hundurê "odaya kozmîk" serkêşên ku di ser generalan re ne, derxistina kolanan. Bifikirin, ya ew doza Ergenkona ku parêzêrê wê Deniz Baykal û mirovên wê nehatina girtin? Ên gelek mirov di destê wan de hebûna ku li dora mala Arinc ji bo teqandina bombeyê valabûnekê bidîta. Ew ê tu caran nehatina girtin. Mirovê wan bihata girtin jî wê ên nu bidîtina. Heger doza Ergenekonê sist bikê, û guhdariya hin mirovên xwe yên ku dixwazin peywendiyên bi leşkeran re zêde bikin hebin, ev yek wê bikê Adaletê jî "Odaya Kozmîkê" derxe. Wê ew otomobîl liber deriyên wan biteqê Wê demê ewê gelek kes bêne peydekirin jibo teqandina otomobîlan. Îro gelek kesên wiha ji tirsa girtinê lipaş disekinin. Dema fehm bikin ku ewê neyên girtin, ewê bêne parastin, wê ji nişka ve tevbigerin. Sûîkastên siyasî ê lipaş hev werin. Serokwezîr dema dostek wî jê re " em vê doza Ergenekonê hinek sist bikin" bêje, bila baş bifikire. Armanca dostê xwe baş biwezinîne. Heke aqlê wî hebe ji şuna " nasîhatên dostan " wê dengê otomobîlan bibihîzê. Bila jibîr neke ku lêkolîna Ergenekonê û derxistina holê yên tiştên ecêp yên di hundurê ordûyê de, ne tenê Tirkiyeyê dê jiyan wî û hevalên wî jî rizgar bike. |
|---|