
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Ahmet Türk: Parlamenterên kurd îstîfa nakin Serokê DTP´a qedefekirî Ahmet Türk ragihand ku heta nuha 6 partiyên kurdan hatine qedexe kirin, tevlî vê yekê jî jiber ku baweriya xwe ya bi astî û demokrasiyê wê dinav Partiya Astî û Demokrasiyê de cihê xwe bigirin û siyaseta demokratîk a legal di parlamentoyê de berdew bikin. Ahmet Türk pistî civînên kurdan ên piralî ên li Diyarbekirê saet di 14:23-yê de civîneka çapemeniyê lidarxist.
Ahmet Türk ragihand ku heta nuha 6 partiyên kurdan hatine girtin, tevî wê jî ew ji bo baweriya xwe ya bi astî û demokrasiyê ê di nav Partiya Astî û Demokrasiyê de cihê xwe bigirin û siyaseta demokratîk a legal a di parlamentoyê de berdewam bikin. Ahmet Türk got parlamenterên me ji bo pistgiriya bi me herdu parlamenterên qedexekirî re ragihandibû ku hemû ê ji parlamentoyê vekisin. Lê li vê derê, gelê kurd, hemû rêxistinên me yên sivîl, dostên me yen demokrat ên tirk, ronakbîr û akademisyenan, di vê navberê de Abdullah Öcalan jî dîtinen xwe eskere kirine ku bastir e parlamenter venekisin, têkosîna xwe di parlamentoyê de dewam bikin. Li gor vê parlamenterên me ê têkevin Partiya Astî û Demokrasiyê û li parlamentoyê xebata xwe bidomînin. Ahmet Türk her wiha eskere kir ku 19 parlamenterên heyî ê mihawele bikin ku li gel parlamenterê Îstanbulê UIfuk Uras bibin yek û grübeka parlamentoyê ava bikin. Ji bo grûbeka parlamentoyê bê danîn lazim e bi kêmasî 20 parlamenter hebin. Ahmet Türk bang kir ku kurd û tirk di sarseveya Tirkiyeyê de partiyeka Tirkiyeyî deynin. Abdullah Öcalan di hevdîtina xwe ya vê hefteyê de ya bi parêzerê xwere, eskere kiribû ku bastire heger parlamenter venekisin û li parlamentoyê xebata xwe bidomînin, bi Ufuk Uras grûbekê avabikin û li gel THKO-yî, Dev Gencî,alewîyan û hin çepên din partiyeka Tirkiyeyî ava bikin. |
|---|