
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Aysel Tuxluk jî derket dadgehê Sîyamed Çêlkî / NNÊ Ankara 15.01.2010 Parlementera DTP ya qedexekirî Aysel Tuxluk hat Qesra dadgeh hat Qesra dadgehê îfade de û di peyra jî bi parlementerê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Sirri Sakik re derket pêşberî çapamanîyê. Tuxluk bersiva rojnamevana ya jiber çi we îfade da? Wiha got“ di sala 2005´de di şahîya Newrozê li Batmanê´de min axaftinek kiribu jiber vê axaftinê min îfade da. Hat îdîa kirin ku min probaganda kirîye. Min got ev axaftin ya mine lê min piropaganda nekirîye tenê min daxwîyanîyek jibo Newrozê daye.“ Aysel Tuxluk balkişan ser pêvajoyê wiha berdewamkir“ ev îfada min bi lêgerina li Amedê ve girêdayîye û mixabin di rojên pêşde emê hîn gelek cardin bê dadgehê. Ez dixwazin ku civak zanibê, tanê ez jiber ramana xwe têm lêpirsîn kirin. Min ti dizî û bê rêtî nekirîya. Min ti karekî ku zerarê bidê civakê nekirîye.“ Tuxluk da xwîyakirin ku ewê tenê nerîna xwe dîyarkirîye û wiha berdewamkir“ heger sîyasetmedarek nikaribê nerîna xwe bi şêweyekî azad dîyar bikê wey lihalê wî welatî.“ Parlementerê Muşê Sirri Sakik jî daxwîyanî da çapemenîyê û wiha axivî“ jiber vê pêvajoya xerab ez gelekî xemgînim. Ev 20 salin ku Tirkî di cihê xweda di hijmêrê. Di demên derbasbuwîde em jî rastî vê nihaqîyê hatin. Ketina parlementerîya Aysel xatun û Ahmed beg, jibo welatê me biryarek xemgîne. Ez hevîdarim ku wê gavin berbi çav bêna avetin. Ez xwazin ji vê yekê bahwer bikim.“ |
|---|