ÊZÎDÎ TV

ZINDÎ-LIVE

Bexşi Günay TEVAHÎYA NIVÎSAN BÜTÜN YAZILARI

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

AGAHDARÎ
PASIN (REKLAM)
 

 

Destgirtinek bê desthejandin

Bexşî Günay 12.09.2010

Xwendevanên hêja, ez careka din bi germahîya agir û ronahîya rojê we silav dikim û hevîdarim dilê we hertim xweşbê.

Ez xwazim diserîde bejim ku mijara vê gotara min, dilxweşîyek, serbilindîyek, mahärîfetek û tevgerek bi rumete. Weke ku di sernivîsêda jî, tê fahmkirin, mijara gotara min destgirtina keç û xortekî Êzîdîye.

Gava ku em bahsa destgirtinan dikin, ew desthejandina weke ya li bazara tên bîra mirova. Gava ku sawalek dihat kirîn anjî firotin, ê miştirî û xwedîyê sewalê destê hevdu digirtin û dihejandin.

Xwedî jibo sewela xwe bifroşê dihejand û miştirî jî, jibo ku hinekî ji häeqê sewalê kêmbikê destê xwedîyê sewalê dihejand.

Ev mijarên, ku li qada bazara lawirade diqewimîn, îro dinav civaka Êzîdîde diqewimin. Lê sikir, ku mirovên weke Koçek Simaîl hene û bi tundî li dijî wê pazara keça derdikevin. Vê yekê, ne tanê bi zimanê xwe lihember derdikeve, herwiha bi amalê xwe jî, dê xwîyakirin. Berî du sala min hevpeyvînek jibo TV elmanî liser qalenê bi birêz Koçek Simaîl re pêk anîbu. Diwê hevpeyvînêde, gotibu ku divê em keçên xwe bêqedir nekin, sitendina qalenê bê qadrîya keçêye û gotibu ku evyek mijareke gelekî serme.

Berî çend heftîya Birêz Koçek Simaîl telefonî min kir û got „bira yeksembê xwazgînîyê qîza min tên ezê gelekî kêfxwesbim heger tijî karibê amadebê“ bêgoman jibo min kêfxweşîyek mezinbu, lê bi vêra jî, pirsa qalen diserê min de derbas dibu û min jixwere got ez hevîdarim ku ezê mecbur nebim careka din liser qalen sitendinê binivîsim.

Lê bi pêşwazîkirina birêz Koçek Simaîl re, ez hatim agahdarkirin ku qalen nayê sitendin. Bi vê agahdarîyê re, weke mirovekî ku ji girtîgehê azad bibê, ez dilşad bum.

Jiber ku ne tenê qalen nehat sitendin, ew qalena ku ji alîyê gelek gund û häasîrên Êzîdîyan ve, bi navê şîrê dayîkê tê sitandin jî, nehat sitandin. Yanî şîrê dayîkê jî, nehat firotin. Tanê sembolîk çixareyek hate sitendin.

Ez hevîdarim, ku mirovên weke Koçek Simaîl wê zêde bibin û emê wî jixwere mînak bigrin.

Bi hêvîya gelek destgirtinên bê desthejandin….

Bazar/ Mazîyat /Markt Kalê Şewirmend Tendirustî SPORT Kurdi Deutsch Türkçe