
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Çila Diranê xwe diqîçikînê Bexşî Günay / NNÊ Elmanya Serma kur bi navê „Jennifer“ bu sebeba kaosê di rêyên bejayî û hêsin ên Elmanya. Ji doh êvarîve barîna berfê bê navber li gelek deverên Elmanya bu sebeba tevlîhevîyek mezin di ragihandinêde û xwîya ye ku Çila wê hîn demek dîrêj li Elmanya diranê xwe bi qîçikînê. Bi teybetî li Rojhilatê Elmanya. Li Hamburg xeta Ceyranê ya Trênên xeta jiderve qetîya. Çaqasî bê gotin ku wê zêde ne sarbê jî, divê şifêrên ku derkevin serrêya hisabê qşayê bikin. Ligorî agahdarîyên Metolojîyê, wê berf weke bangorekî dieser Elmanya re derbasbê. QEZA, MIRÎ, GIRTINA AUTOBANA Li Autobana 9 nêzîkî bajarê Jena keza zincîrê 5 Tira qawimî, bi seata Autobahn hat girtin, di qewimandina qazayêde şifêrekî Tirê mir. Berî cihê vê qezayê bi deh kilometre qazaye çêbu û jılamek dı van qezayede mir. Hîn gelek rê girtîne Ligorî daxwîyanîya daîreya ragihandinê hîn gelek rê girtîne. Autobana 1 li nêzîkî bajarê Hagen di şeva buhurîde autoban bi seata hate girtin. Munasebeta girtina autobanê qezaye Tirê bu. Tevahîya qezaye 1000 derbaskir Tanê li herêma Nordrhein-Westfalen 226 qeza çêbun. Li herêma Bayern jî nisîbê xwe ji bahoza berfê girt û ser autobanên herêmê bi berfê hate girtin. Tanê li Niederbayern 30 qaza çêbu. Li herêma Thüringen ji hindikayîve 3 mirov di qazayên çêbunda jîyana xwe ji dest dan. Ligorî agahdarîyê ku polîsa dan li Çaryana Hermsdorf ku autobana 9 û 4 hevdu qutkê bi kîlometra tirimbên sekinî man. Li herêma Sachsen autobana 14 berbi Magdeburg di navbera Döbeln rojhilat û Döbeln bakurde ji 4 ên sibehê ve bi tevahî hatîye girtin Rêya demir di navbera Bajarê Güstrow û Neubrandenburg jiber berfa zêde barîye hate girtin. Ev agahdarî ji alîyê ragihandina Bahrarojhilat GmbH li Neubrandenburg hate ragihandin. Li hamburg jiber cemeda zêde borîyên avê teqîyan. Li Frankfurt bi qasî 80 seferê balafira hatin rawestandin. |
|---|