
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Fenerbahçe jiber Diyarbekirsporê bêhnfişkî bu 1 1 NNÊ / Stembol Tîma goka linga ya Diyarbekirsporê dawîya haftîya buhirî li Stembolê 3 puanê weke zêr di daqîqa dawîda ji destê xwe berda, lê Fenerbahçeya ku jibo Şampiyonê bi îdîa, di qada futbolêde bêhnfişkî kir. Di heftîya 20´a ya lîga super ya Tirkiyê de, Dîyarbakirspor li Stembolê li hember serkêşê lîgê Fenerbahçeyê 1-1 wek hev ma. Heger Dîyarbakirsporê xwe 2 deqayên din bigirta wê Dîyarbakirspor bi 3 puanên zêrîn wegerhaye Amedê û wê carayekemîn serkeftinek li Stembolê bidest xista. Diyarbekirspor bi futbolek xwes û çalak dest bi dewra ewil kir. Di deqîqa 8´an de şuta Bebbe ji sitûna qeleya Fenerbahçeyê vegeriha û di dewra awilî bi çalakîyên li hemberhev derbasbu. Di dewra awilîda ti gol çênebun û 45 daqîqê awilî 0-0 bi dawî bu. Dewra 2´ê bi hêrîşên Fenerbahçe destpêkir, lê dinav van hêrîşade şensekî mezin di deqîqa 59´de ket destê Dîyarbakirspor, leyîsvanê Diyarbekirspor Tazemeta bi qelaparêzê Fenerbahçeyê yek bi yek ma lê nikaribû golê bavêje. Deqîqa 83 Rokêtek hat qalaya Fenerbahçê tukesî nikarîbu tiştekî bikê, tenê hemuyan temaşekirin, Sitadiuma Şükrü Saracoğlu bêdeng ma, hemuyan bêhna xwe girt û çavê xwe vekirin. Jiberku ev raket ji alîyê leyîskvanê Dîyarbakirspor Ayman ve hate avêtin û Dîyarbakirspor 1-0 ket pêş. Piştî gola Ayman, hemû leyîskvanê Fenerbahçeyê êrîşî qelaya Diyarbekirsporê kirin. Lêbelê leyîskvanê Dîyarbakirsporê bê tirs pêşî liwan girtin. Lê mixabin di deqîya 90´de di qerembolekêde lingê leyîsvanê Fenerbahçe Santos bi tesaduf li gokê ket û gok keta qala Dîyabakir û dirum 1-1. piştî vî golî ti gol di çênebun û Diyarbakirspor bi Puanekê vegerîya Amedê. Di qada Futbolêde du sêrtk hebun ewjî ji tîma Diyarbakirspor Bariş û Diallo bêguman Ayman jî nayê jibîrkirin. Piştî vê leyîstikê Dîyarbakirsporê puanê xwe derxistin 20´a û ket rêza 14. hefteya bê wê Dîyarbakirspor Sivaspor bikê mêvan. Stadium: Fenerbahçe Şükrü Saracoğlu Diyarbekirrspor: Gökhan ***, Adnan ****, Diallo *****, Erdinç ****, Basem ***, Tjikuzu **, Ayman ***, Bariş *****, Celaleddin ** (Dq. 80 Musa *), Bebbe ** (Dq. 66 Djite **), Tazemeta ** (Dq. 86 Martinoviç *) Gol: Dq. 83 Ayman (Diyarbekirspor), Dq. 90 Andre Santos (Fenerbahçe) |
|---|