
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Herdhejek weke qeyametê NNÊ 14.01.2010 Li Amerika Latînî, girava karîbîk Haîtî herdhej 100 hezar mirî. Di encamên herdheja li girava karibek Haîtî´de pêk hat, ligorî texmînen tên kirin hezmara mirîya wên ji texmîna awilî hatî kirin behtirbê. Ligorî agahdarîyên dawî ku ji giravê hatin hijmara mirîya wê bêhtirî 100 hezarî bê. Hijmara ên dibin xirbeyên avayiyên hilweşayîde bi sedhazaraye. Çaqasî lehîya alîkarîyê ber bi Haîtî bi rê ketibê jî, alîkarî hîn negihiştîya hemu ciha û xelkê giravê bi xwe hewl dide mirî û birîndaran xwe jibin xirbên hêriftî derxê. li herêma herdhejê hîn xebatek bi organîze nehatîya kirin. Lehîya alîkarîyê bi rêya hawayî bi sînor digihîjê Haîtî. Gemîya Amerîkîya ya şer xwe nêzîkî Haîtî kirîye û bivê yekê jî di xwazin alîkarîyê bidin alîkarîya ku bi rêya hewayî tê Haîtî. Jiber nexweşxane û gelek avahîyên hikumetê jî, hilweşihane, xebatên rizgarkirina kesên birîndar û dermankirina wan, bi awayek bi organîze li kolana tên kirin. Jiber hijmara birîdara zêde, tê gumankirin ku gelek birîndarên ku ne bixemê jî, wê jiber windakirina xwînê jîyana xwe jidest bidin. |
|---|