ÊZÎDÎ TV

ZINDÎ-LIVE

Bexşi Günay TEVAHÎYA NIVÎSAN BÜTÜN YAZILARI

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

AGAHDARÎ
PASIN (REKLAM)
 

 

Herdhejê 100 salî

Bexşi Günay

Herdehejin hene di sanîyede bi dehhezara rih sitendine û gelek mirov ji hezjêkirîyên wan ew qutkirine.

Hijmara mirîyên herdhejê herî mezin ên sedsalî.

Di sedsalîde gelek mirova jiber herdhezî jîyana xwe ji dest da, hinek jiwan herdhejê sedsalê dawî evin.

Herdheja herî mezin ja sedsalê, ya ku îsal 12.01.2010 ku li Haîtî çêbu û zêdeyî 200 hezarî jîyana xwe ji dest da.

Di Tebaxa sala 1906, li Şîîlî herêma Valparaiso di herdhejêde 20 hezar mirov mirin.

Di Kanuna (çilê pêş) sala 1908, li Îtalya herêma Sicilya di herhejêde di navbera 70 û 100 hezarîde mirova jîyana xwe ji dest da.

Di Çila (çilê paş) sala 1915 careka din li Îtalya herêma Avezzano herdhej çêbu û sebeba mirina 29 hezar û 980 mirovî.

Di Kanuna 1920´de li Çînê herêma Gansu 100 hezar mirovî di herdhejêde jîyana xwe ji dest da.

Di Êluna 1923´de vêcarê jî li Jeponya herêma Yokohama herdhej çêbu di vê herdhejêde zêdeyî 143 hezar mirov jîyana xwe ji dest dan.

Di Gulana 1927´de careka din li Çînê, vêcarê jî li herêma Nanchang herdhej çêbu û encama vê herdhejê 70 hezar mirov mirin.

Di Kanuna 1932´de dipey herdheja dinre tam 12 sala careka din li Çînê herêma Gansu herdhej çêbu vêcarê jî 70 hezar mirovî jîyana xwe ji dest dan.

Di Çilê sala 1934´de careka din li Hindistanê herêma Bihar´de herdhej çêbu û di encama vê herdhejêde 10 hezar û 700 mirovî jîyana xwe ji dest da.

Di Gulana 1935´de li Bajarê Quetta Pakîstanê di encama herdhejekêde 50 hezar mirovî jîyana xwe ji dest dan.

Di Çila 1939´de li Şîîlî herêma Chillan´nê herdhej çêbu û di encama vê herdhejêde 28 hezar mirov mirin.

Di Kanuna 1939 li Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) li bajar ê Erzincanê herdhej çêbu di herhejêde di navbera 35 û 40 hezar mirovîde jîyana xwe ji dest dan.

Di sebata 1960´de li Fas bajarê Agadir´ê herdhej çêbu 12 hezar mirov mirin.

Di Êluna 1962´de li Îran´ê herêma Kazvîn herdhej çêbu di encama vê herdhejêde 12 hezar mirovî jîyana xwe jidest dan.

Di Tebax´a 1968´de careka din li Bakurrojhilatê Îran´ê herdhej çêbu û di encama vê herdhejêde 10 hazer mirov mirin.

Di meha Çila ya 1970´de careka din li Çîne bajarê Yunnan herdhej çêbu û di encamêde 10 hezar mirovî jîyana xwe ji dest dan.

Di Gulan´a1970´de li berava Peru´yê herdhej çêbu û di vê herhejîde 66 hezar 800 mirovî jîyana xwe ji dest dan.

Di Kanun´a 1972´de li paytexta Nîqaragua herdhej çêbu di encamêde 10 hezar mirov mirin.

Di Gulan´a 1974´de careka din li Çînê bajarê Yunnan û Sichaun herdhej çêbu di encama vê herdhejêde di navbera 10 û 20 hezar mirovîde jîyana xwe ji dest dan.

Di Sebat´a 1976´de li Guatamala herdhej çêbu di encamêde 26 hezar mirov mirin.

Di Temuza 1976´de herdheja ku hijmara mirîya herî zêde çêbu li Çînê harêma Tangsha bu. Ligorî devleta Çînê 242 hezar mirî û ligorî pispora 650 hezar mirovî jîyana xwe ji dest dan.

Di Êluna 1978´de carekadin li Îranê vêcarê jî li rojhilatê Îranê Tabaş herdhej çêbu û 25 hezar mirovî jîyana xwe ji dest dan.

Di Êluna 1985´de li paytexta Meksika herdhejek çêbu, ligorî hikumeta Meksîka 5 hezar û ligorî pisporên Firansiz ji 10 heta bi 30 hezar mirovî jîyana xwe ji dest da.

Di Hezîrana 1990´de careka din li Îranê vêcarê jî li bakurrojhilatê Îranê herdhej çêbu û di encamêde 37 hezar mirovî jîyana xwe ji dest da.

Di Tebaxa 1999´de li Tirkîyê herêma Marmara herdhej çêbu û di encama vê herdhejêde ji hindikayîve 20 hezar mirov mirin.

Di meha Çila ya 2001´de li bakurê Hindistan´ê bajarê Gujarat'a herdhej çêbu û 25 hezar mirovî jîyana xwe jidest da.

Di Kanuna 2003´de dîsa li Îranê vêcarê li basurrojhilatê Îran'ê bajarê Bam´ê bi tevahî ruxîya 31 hezar mirovî jîyana xwe ji dest da.

Di Kanuna 2004´de di bahra nêzîkî girava Endonezya Sumatra´de bi qeweta 9,1´ê herdhejek çêbu û ev herdhej bu sebeba şeka bahrê bi navê Tsunamî û 10 dewlwtên başurrojhilatê Asya daberxwe û di encama vê şeka bahrêde zêdeyî 220 hezar mirovî jîyana xwe ji dest da.

Di Êluna 2005´de li Pakistan herêma Qeşmîrê herdhej çêbu û di encama vê herdhejêde 75 hezar mirovî jîyana xwe jidest da.

Gulan 2008: careka din li Çînê herêma Sîchuan herdhej çêbu û di herdhejêde 87 hezar mirov jîyana xwe ji dest da.

Mayis 2008: Çin'in Sichuan eyaletindeki depremde 87 bin kadar insan öldü ve kayboldu.

Bazar/ Mazîyat /Markt Kalê Şewirmend Tendirustî SPORT Kurdi Deutsch Türkçe