ÊZÎDÎ TV

ZINDÎ-LIVE

Bexşi Günay TEVAHÎYA NIVÎSAN BÜTÜN YAZILARI

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

AGAHDARÎ
PASIN (REKLAM)
 

 

Zêr ji kortalê pijiqîn

Rojda Mêrdîn / NNÊ Mêrdîn 25.12.2009

Li Mêrdînê di xebata kanalizasîyonêde, zêr pijiqîn. Xizna ku weke ya 40 Haramîya ya, hate xwîyakirin.

Li Navça Mêrdînê Kiziltepe gundê Süreklîyê di xebata kanalizasîyonêde derketibu, îro li muzaya Mêrdînê hate danasînkirin.

Walîyê Mêrdînê Hasan Duruer, liser vê biryarê wiha axivî“ di xebatên kanalizasîyonêde Xizneyek zêr û zîv hate dîtin tevahîya vê Xiznê 524 perçene. Em difikirin ku ev Xizne ya 40 Heremîya ye.“

Duruer balkissan ser kavilên dêra û got"ev kavilên dêrê hîn dinava gunde hene, tê danasîna ku ev dêr ên wextê navînin. Gundê 40 Heramîya tê goman kirin ku nêzîkî gundê Sürelîye, jiber vê yekê em gomandikin ku ev Xizne ya 40 Heramîya bê“

Daxwîyanîya binivîskî ku ji alîyê Midurê muzeyê Nîhat Erdogan hate dayin, agahdarî di derbarê dîtina Xiz nêde wiha dîyar kiribu“ xebata kanalizasîyonê di 4 Cotmehê´de li Bakurêrojhilatê gundê Süreklîyê destpêkir. Di xebata kanalizasîyon êde çend sewêlkê zêra hatin dîtin. Pisstî dîtina sewêlkê zêr ew hidam hate ferehkirin, duvre rastê dîwarekî hatin di pissta dîwêrde, cihekî ku bahwerî heye assxanabê (mutfaka) hate dîtin û di wêderêde rastî kupên ku tiji zêr û mecîdî hatin. Vê xebatê 6 roja berdewamkir, di dawîya vê xebatêde 4 Kup hatin dîtin di hindirê wan kupade 524 perçe hatin dîtin.

Midurê Xiznê Erdogan, jibo dema perçê dîtina wiha got“jiwan 336 ji wan bi wext hatine guherandin, 216 perçe ên Îlhanîya, 38 perçe ên Eyübîya, 35 perçe ên Memlükîya, 7 perçe ên Bîzans (Venedik), 6 perçe ên Selçukîya, 3 percê ên Zengîya, l ê Artuklîya û 30 perçe ên Misilmantîyê simge dikin hene.“

Bazar/ Mazîyat /Markt Kalê Şewirmend Tendirustî SPORT Kurdi Deutsch Türkçe