
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Hunermend Evîn di jewice Doh Hunermenda deng xweş Evîn, li Bajarê Elmanya Nienburg şahîya destgirtina xwe çêkir. Şahî di navbera herdu Malbatanda, Alkan û Ağirman´de hate çêkirin. Weke ku tê zanîn çiqasî di derbarên nextêde dinav gelê Êzîdî´de xebat hatibin kirin jî, hin next (kelen) hindik jî bê heye. Di salonên şahîyêde tiştê mirova aciz dikê, desthejandina weke ku mirov li mazyatêdeye. Lê divê şahîyêde ew dîmenên ku mirovan aciz dikin nebun. Di şahîyêde gotina nextê (qelenê) nehat ziman. Di vê derbarêdê bavê Hunermend Evîn, Hunermend Zerdeşt Mêrdînî ev agahdarî da NNÊ (Navenda Nuçên Êzîdxan)“ weke ku hunjî dizanin next pêşî girtina zewaca ciwanên mene divê ku em vê yekê qabulnekin ne tenê bi gotinê divê em piratik jî xebatê di hember vê yekêde bikin. Ez weke Hunermendekî Kurd, ev bi salaye ez lihember sitendina nextê derdikevim. Min di salonêde gotina nextê jî nanî ziman, yani min mishada neda ku kesek bêjê min next nestendîye. Çima min nehişt ku kesek bêjê? Ez ne diwê bahwerîyê deme ku min tiştekî heceb kirîye, min weke mirovekî karê xwe kirîye. Ez nikarim vê yekê weke qencî bidim xwîyakirin û bikin deyn situwê tukesî. Di ciwanên me hezjihevkirin, divê em weke civak, Malbat û dayîk û bav berpirsîyarîya xwe bînin ich. Ligorî bahwerîya min me weke Dayîk û bavê Hunermend Evîn tenê berpirsyarîya xwe anîya cih û ez hevîdarim ku wê heta dawîya jîyana xwe bi dilekî xweş bihevre bijîn.“ |
|---|