ÊZÎDÎ TV

ZINDÎ-LIVE

Bexşi Günay TEVAHÎYA NIVÎSAN BÜTÜN YAZILARI

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

AGAHDARÎ
PASIN (REKLAM)
 

 

Ahmed Türk pêşî ji sîyasetê durkirin niha jî ji malê

Sîyamed Çêlkî / NNÊ Anqere 02.01.2010

Serokê berê ê DTP´a qedexebuwî Ahmet Türk jiber tacîz û heqaretên cînarê xwe, xwest mala xwe biguhêzê. Mala xwe li qamyonê kir û xwest bibe mala nu, lê vecarê jî albayekî nehişt ew li mala xwe ya nu bistirê.

Heta niha Ahmet Türk li Anqerê li taxa Çukurambarê dima. Piştî ku endametîya wî, za parlementerîyê ket, cîranên wî ên ku ji tirkê faşîst pêk dihatin, jibo ku wî taciz û aciz bikin bi herçar alîyên balkon û şebakên xweva alên tirkîyê dalkandin. Piştî vê yekê Ahmet Türk biryara barkirina ji vê taxê da.

 Û li Anqarê, l i taxa Oranê di apartmaneka hemşeriyekî xwe yê Mêrdînî de daîreyek kirêkir. Piştî ku mal kirêkir, mala xwe barkir û şand cihê nu. Xwediyê xanîyê nu liber derî ew girt, hêvî û rica jê kir ku ew kontrata xwe betal bike û neyê xanîyê wî. Sebeba vê yekê jî, wiha da xwîyakirin.“evserekî tirk bi ritba albay di xanîyê wî ên dinda dimînêö ji xwest ku xanîyê xwe nedê ahmet Türk. Liser vê yekê Ahmet Türk kontrat betalkir û qamyona ku mala wî barkirî vegerand daîreya berê.

Gomana gelo wê mala Ahmet Türk jî weke ya Emîne Ayna, ya ku digot "Emê biçin serê çiya" bi rojan liser qamyonê bimîne.

Wê qadera Ahmet Türk jî bibe wek ya Emîne Ayna?

 Jiber ku gava Emîne Ayna biçûk bû, gundê wê ji alîyên leşkerên tirk ve hatibu şewitandin û neçar mabu ku koçberî Kutahya yê nav tirkan bibê. Li wê derê jî tirkan mala wan şewitan û neçar mabun ku di qamyonêde bijîn.

Bazar/ Mazîyat /Markt Kalê Şewirmend Tendirustî SPORT Kurdi Deutsch Türkçe