Min di beşa nivîsa xwe ya yekemînde, ez karim bêjim ku bi awayekî lezgînî nivîsî û ez diser agahdarîya re derbasbum. Sebeba vê yekê jî ewbu ku, bi awayekî lezgînî agahdarîyên bê alî bighînim raya giştî. Weke ku mam Xidir Usiv Derweş ji Siba Şêx Xidir, ji minre got “ tiştê bu hew tê vegerandin, ya pêwist ewe, ev birîna hatî vekirin wê çawa bêta derman kirin.” Nemumkune ku mirov tevlî gotina apê Xidir nebê.