
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Mesut tenê têrî tirka kir! NNÊ / Elmanya 08.10.2010 Doh êvarî jibo qupaya Ewropa, Elmanya û Tirkîye li Berlînê di qada Olimpîyadê de hatin hemberî hev. Elmanya di welatê xwede, weke ku li xerîbîyê dilîst, jiber ku ji 74200 temaşevana 40 hezar hevalbendên tîmê tirkîyê bun û 34200 ên Elmanya bun. Hatibu xwîyakirin ku hevalbendê Elmanya ev yek berî hingî dizanîbun, lewma jî bi pankarta „serkeftinek bi xerîbîya li welatê xwe em dixwazin“ bi destpêka leyîskê re, serdestîya Elmanya hate xwîyakirin. Bê nîqas stêrka lîskê Leyîskvanê Elman bi aslê xwe kurd Mesut Özil bu. Ji destpêka lîskê hetanî derket di tevgera di kesanda goka wî jê nehat sitendin û parasgeha tirka tevlî hevkir. Hercarekî ku gok bighişte Mesut 3 leyîkvanê tirk lê kom dibun, lê dîsa jî nikarîbun wî bigrin, bi dayina gokê ji sedî sed hezjêkirina hevalbendê elman sêdetirbu û bu stêrka lîskê bi servêve girêdayî, golek jî avêt tîmê Tirkîye. Mesut Özil, berî ku leyîsk xelasbê jiber seqetîyê hate guherandin. Di dawîya leyîskêde Elmanya bi golê Mesut Özil 1 û Klose 2 di hemberê Tirkîyê de 3:0 biser ket. |
|---|