
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Pîrozbahîya Batizmî û Sersala nu… Begoman her rojek pîroz jibo mirova dibê hevî jibo pêşerojê. Carna dibê hevî jibo dawîya dilmayînê, carna dibê hevî jibo destpêkek xweş. Ev yek jî, jiber ku pîrozîya van roja, di dîrokêde bi şêweyekî erenî rolên wan tên xwîyakirin. Jivan rojên pîroz, yek jê jî Batizmîya. Batizmî şahîyek herêmîye û tenê dinav Êzîdîyên Çêlkade tê pîrozkirin. Efsana vê roja pîroz, ligorî lêkolînên hatine kirin, dipey zayînê 250 heta 270´ye çavkanî dîroka Dêra Dêrdîlê û çavkanîyên Osmanîya ku ji arsîvên Sesanîya wergirtine. Wata vê roja pîroz şahîya jibo Pîrêalîya ye. Ez jî bi minasebeta vê roja pîroz, ji Xwedê û Tawisî Melek daxwaz dikim ku ticara ji dilê we şahîyê û ji ruwê ticara kên kêm nekin. Şuna şînbuna tovê heduqewmî û fesadîyê, hertim dara biratî, aştî û xêrxwazî geşbê Şahîya din jî, sersala bi zayînê re destpêkirîye. Bêgoman bi dawîbuna sala 2009 û destpêka 2010 bi hêvîya pêşerojek xweş û geş dilê mirovan geş dibê. Hevîya min careka din ji xwedê û Tawisî Melek ewe ku, hêvîya wan miroven bi rihekî mirovahî difikirin neyê şikênandin û sala 2010 bi sala biratî û aştîyê. Bi hevîya salake nu, bê êş, derd, kul, jan û rojên reş. Bi hêvîya saleke bi şahî, kefxweşî û rojên xweş. Bila sala nu tenê, aştî, biratî û wekhevîyê bînê tevahîya Cîhane û welatê me. bila sala 2010 bibê destpêka pêşerojeke Êzîdxanê bê dilgamar û xwîn gemar...... Dubare, Batizmî û Sersala nu, li tevahîya mirovahîyê bi teybetî li Êzîdxanê Pîroz dikim...! Bexşî Günay Êdîtor û Sernivîsarê Êzîdî TV, NNÊ (Navenda Nuçên Êzîdxan) û Rojnama DENGÊ ÊZÎDXAN
|
|---|