
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Îlaca ku li Elmanya di hember Şewba çîka´da binavê Tamiflu dihat bikaranîn, hate gotin ku vê îlacê bersiv nedaye vîrusa bınavê şewba baraza. Daxwîyanîya ku ji alîyê Nexweşxana Zaningeha Munster hate dayin, hate gotin ku nexweşîya şewba beraza bi hêz buya û di hember vê îlacêde dikarê xwe bigrê. Ligorî nuça ku di Deutsche Welle´de hate weşandin, nexweşekî ku bi teşhîsa şewba baraza hate Nexweşxane û bi vê îlacê tedawî kirin, bes vê îlacê ti fêde neda nexweş. Ligorî daxwîyanîya pusporên Mikrobiyolojîyê, hate dîyarkirin ku di demek kinde, ev vîrus hatîye konaxek ku xwe li hember vê îlacê biparêzê. Di daxwîyanîyêde hate gotin ku dibê jibo pêşerojê ev vîrus xwe biguherê. |
|---|