
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Bahoza Berfê binavê „Daisy“ Bakurê Elmanya dîl girt NNÊ / Bremen 10.01.2010 Dipey 30 Sali re ev cara awilîye ku hewqas ber li Elmanya dibarê. Bahoza berfê ku binavê „Daisy“ weke bangor dieser Elmanya re derbas dibê.“Daisy“ niha jî bakurê Elmanya dilgirt. Têkilîya gelek gund û bajarokên Rojhilatê eyaleta Schleswig-Holstein bi cîhana derv re qutbuye. Tilmên liber bahra rojhilat hatine bilindkirin liber şikestinêne. Ev tê wata lehîyê. Serokên şaradarîya bajarokan û keyên (muxtar) gunda alîkarî ji hikumetê xwestin. Gund û bajarên li giravên bahrarojhilat (Ostsee) hemu têkilîyên bi derva kutbun. Doh evarî Eyaleta Meklenburg-Vorpommern dibin berfêde bi vê bahoza berfêre di autobana 20 navbera bajarê Gützkow û Jarmen´de zêdeyî 200 mirovî di tirimbêl û tirande dîlgirtî man. Îro nîvrokî konvoyek alîklarîyê ji 30 wasayîtî çu bi alîkarîya van ve, lê belê Tirên ku kuluptine û herdu şeriden autobana girtine dibin asten ji pêşveçuna konvoya alîkarîzê re. Li girava herî mezin ya Bahra Rojhilat Rügen vê sibê şeveqê ceyran kutbu. Şayedarê girava Rügen ku bê partî hatîya hilbijartin Otto Uwe Schmiedt, daxwîyanî da û got"ceyran niha carekadin çêbu. Lê pirsgirêka me jiber bahozê û bilindîya avê tilmê axê ê biqasî 25 metroya fereh zerar dîye. Evjî dikarê bibê sebeba lehîyê. Tirêna ku wê ji Stralsund biçuwa Berlîn li nêzîkî bajarê Ducherow di berfêde taqinî. Berdevkê Deutschen Bahn AG, daxwîyanîyek da gu got“tîmê me ên teknîkî hewldidê ku dinav herdara xwe bighînê Tirênê û 14 rêwîya“ Deutschen Bahn AG berîniha daxwîyanî dabu û gotibu ku 60 rêwîne. Li Eyaleta Niedersachsen, Sachsen-Anhalt, Brandenburg û Berlin gelek rêyên bajarok û gunda, jivan jiber berfê û darên bahoza hayîna herdê hatina girtin. Girêdana sînorê Elmanya bi Danîmarka û Swêd´re ya bi rêya avî, jiber bahozê ji şemîyê ve hatîyê girtin |
|---|