Bexşi Günay TEVAHÎYA NIVÎSAN BÜTÜN YAZILARI

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

AGAHDARÎ
PASIN (REKLAM)
 

 

Cemedê Awrupa dîl girt

Navenda Nuçên Êzîdxan / Bremen-Elmanya

Berf barî cemed pêra hat Ewrupa dîl girt. Bi barandira berfê û hatina cemedê re tesîrek neyênî liser jîyanê kir. Berfbarîna herî bi hêrz divan salên dawîde tê dîtin. Li tevahîya Ewrupa dereceyên germê bi ssêweyekî rekor daketin xwarê. Ve berfbarînê û cemedê tesîrek mezin liser rêya bejî, deryayî, demir û hewayî kir û heat niha bu sebeba mirina 52 mirovî. Jivan mirovên mirî 48 jiwan li Polonya, 2 li Firansa û 2 li Elmanya.

Li Elmanya 2 mirî

Derceyên germê li Elmanya daketin hetanî -34´a. ligorî daxwîyanîya daireya ragahandinê, berfbarînê û cemedê bêhtirîn tesîr li Bakurê Elmanya´ê dike. Niedersachsen, Hambur, Bremen û Schleswieg Holstein, li Elmanya dereca herî -12´e

Li Polonya 48 mirî

Berfbarîn û cemedê ji înê ve Polonya dîl girt jîyan cemidand. 15 Jiwan kesên mirî evara ssemîye û sibaha Yekssembê bu. Li polonya dereca germê daket -22´a, wezarata ewlekarîyê daxwîyanî belakir û got kesên cihên wan nebê an malên wan ne germbin bila serî lime bidin, bi vê yekêjî daireya ewlekarîyê xwazê hijmara mirîya kêm bike.

li Îngilîstanê rêvîtîya hewayê sekinî

Li Îngilîstane bi teybetî li Basurrojhilat û bakurrojhilatê wê berfbarîn û cemed bi ssêweyekî hêrz berdewamkê.balefirgeha Luton û ya Gatwick jiber berfbarînê hatin girtin. Zêdeyî hezar û 500 dibistan hatin girtin. Li basur û rojhilatê wêjî rêya demir sekinî.

Li Belça jî seferên hewayî hatin iptalkirin

Balefirgeha Brüksel zêdeyi 100 seferî iptalkir, di rêya bejayîde bi sed kilometre tirafik tikinî. Jiber berfe leyisken goka linga hatin îptalkirin.

Bazar/ Mazîyat /Markt Kalê Şewirmend Tendirustî SPORT Kurdi Deutsch Türkçe