
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Li Nienburg du Şahî bi hevre Şükrü Boran / NNÊ Nienburg Li Elmanya Bajarê Nienburg´ê du şahî bi hevre haten pîrozkirin. Pîrozîya mezin ya Cejna Êzîd û ya din jî, Êzîdîyên li Nienburg ku berî çen meha tifaqik xwe bi navê Hevgirtina Êzîdîya Nienburg çêkiribun, bi şêweyî fermî dest bi karên xwe kirin. Şahîya Cejna Êzîd û vekirina Salona Hevgirtina Êzîdîya Nienbug bi tevlîbûna sedan kesî bi coşeke mezin hate vekirin û pîrozkirin. Salona Hevgirtina Êzîdîya Nienburg, ji alîyê Saredarê Nienburg Birêz Onkens, Şêx Xelîl, Pîr Selîm, Şükrü Boran Osman Alp û Dawud Zeynî ve hate vekirin. Destpêka şahîya Cejna Êzîd û vekirina Salonê bi rêzgirtina deqayekê jibo Cangorîn Êzîdxan destpêkir. Piştî vekirinê xebatkarên mala Êzîdîya vexwarin îkramî mêvanên xwe kirin. Şaredarê Nienburg Birêz Onkens, bi minasebeta vekirina malê axiftinek kir. Di axaftina xweda mevan silav kirin û got“ev mal li me teva pîroz be û jibo we em amedene. Piştî axaftina Şaredarê Nienburg Birêz Onkens, bernama şahîyê bi moderatorîya Şükrü Kaska û Berivan Boran destpêkir. Koma Zorakan ya Hevgirtina Êzîdîya, bi gotina qewl û xwendina duaya mevan dilşad kirin. Dipey koma Zaroka´re telefonek siprîy ji Batmanê hat. Alî Boran, yek jiwan hindik kesên Êzîdî ku li welat mane. Ewî jî cejna mevana pîroz kir û banga tifaqê li Êzîdîya kir. Hêjayî gotinê ye, ku gelek mêvanên taybet û peyamê bi nivîskî jî jibo pîrozbahiyê hatibûn. Endama berê ya Parlemena Ewrûpayê Feleknas Uca jî peyama xwe şand û pişgiriya xwe desnişandan. Peyameke din a pîrozbahiyê jî mala Oldenburg, Leer, Komela Kaniya Sipi, Bingehê laliş, PEC ji Celle, Niviskar Kemal Tolan, Hunermend Zerdeşt û Osman Fakir, Şemsedin Tunc, Taner ji Integratione, Zentralrata êzdiyan, Ezidî tv, Hunermendên hazir bun Ekrem Reşo, Koma Melek, Şex Aydin, Raid û Hozan Welid jî tevlî pîrozbahiyê bûn û hetanî ber êvarê bi dilan û govendê vekirina malê bi moralekî bilind hat pîrozkrin. |
|---|