Diha Sibehê
Amîn amîn Xwedê îtibar e li dîn
Tifaqa li tifaqîn
Shêxê Hesen asil xaliqîn
Bi himeta Melek Sherfedîn
Amadîn,Babadîn,Nasirdîn,Sicadîn, Melek Fexredîn
Shêshims e qeweta me û dîn Siltan Shêxadî ji awil heta axirîn
Siltan Êzîd derê xêra veke, yên shera wergerîn
Heq Rab li alemîn
Berî ro zeriqî
Melek Emîn li ber tifiqî
Nûr bû ji nûrê tifiqî
Siphan Xwedê ji te Xaliqî Ji malê hatanî malê
Shêshims xwedanê sîqalê
Dest û demanê Shêshims nabirim ji xeyalê
Ji derencê hatanî derencê
Shêshims xwedanê ferecê
Dest û demanê Shêshims radimîsim
li dewsa kab betiliyê cihê Hecê
Ji sitûnê hatanî sitûnê
Çil mifte heye li derê xizînê
Shêshims dane destê mehrîfetê û ale nasînê
Ji çava hatanî devî
Mora Shêshims lê dikêvî
Mêra melke germe nahêlin tu binivî
Ji serî hatanî piya
Shêshims te em nexisandî danîne devê riya
Dîndare Xwedê û Shêshims em nabirin ji hêviya
Ya Shêshims te em xwestine li ser vê xilmetê
Li me vekî dergekî rehmetê
Ronahîkê bidê dînê me û çendî sinetê
Sinetek û sinete
Zebûnî kêm taqet e
Me bi Xwedê û Shêshims niyete
Sinîk û sinî ne
Zebûnî ji bandî ne
Em ji Xwedê û Shêshims bi hêvî ne
Shêshimsê me yî nurîn e
Li ser kursiyê zêrîn e
Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne
Ew e vedikê devê derê hemî birîna
Sed xweziya min wê bi wî be
Shêshims bidyê û jê nestîne |