
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Ji sedserê berê; Komkujîya Gûçlûkonak´ê MAK´ê kir û kir situwê PKK
Rojda Mêrdîn / NNÊ Amed 09.01.2010 Piştî ku 11 gundîyên cerdevan li Güçlülonakê hatibun qatilkirin duvre jî hatibun şewitandin. Di derbarê vê komkujîyêde sedserê berê Özcan Tozlu ku demek dirêj li Şirnex´ê kar kirîye agahdarîyên balkîş da û got“ qatilkirina wan 11 gundîyên cerdevan di sala 1996´an de li navçeya Basê ya bajarê Şirnexê di minîbûsekê de hati bun qatilkirin û duvre jî hatibun şewitandin, bi biryara Selahattin Uğurlu û bi destê tîma MAK´ê û 7 cerdevanan hatin qatilkirin. sedserê berê Ozcan Tozlu, di berdewamiya agahdarîyên xweda diyar dike ku serokê wê komê cerdevanên kujer bi navê Ahmet Ozalp, jibo kuştina van 11 kesan ji Tuxaya Akçayê Selahattin Uğurlu 50 hezar dolar wergirtîye. Tozlu, weha berdewam dikê û dibêjê ku di derbarê vê mijarêde di destê MIT´ê de jî rapor heye û ew jî ji vêyekê agahdarin. Özcan Tozlu, radighîne ku ew bixwe di wê demêde, bi gelek ji wan kesên ku nuha jiber qetilkirina gelek mirovên bêguneh û kiryarên nemirovane tên darezandin yên wek Abdulkerim Kirca, Levent Goktaş, Velî Kuçuk, Selahattin Ugurlu, Cem Ersever û Mahmut Yildirim re li herêmê xebitiye û bûye şahidê gelek komkujîya û kuştina kesên sivîl ku hêjî celdekên wan windane. sedserê berê Ozcan Tozlu ê ku di sala 2000´de bi biryara şûraya bilind ya leşkerî ji kar hatibû avêtin, di berdewama agahdarîyên xweda bal kişan ser kuştina wan 11 gundiyan, ku wîjî bi rayedarên MIT´ê re liser bûyerê lêkolîn pêkanîne û di encamê de diyarbu ku kuştina wan kesan bi biryara Selahattin Uğurlu çêbuwîye û dibin çavdêriya tîma leşkerî ya MAK´ê de bidestê 7 cerdevanên din bi serkotaiya Ahmet Ozalp´ê ku bi haslê xwe ji Sêrtê e û li Gundê Bulmuşlar dimînê pêkhatîye. Di derhaqa vê komkujîyêde rapor di destê MÎT´ê de heye. Özcan Tozlu, dê dîyarkirin ku jiber van agahdarîyên di destê wîde ew buya armanca hêrîssên koma Selahattin Uggurlu û vê komê gelek cara li pêşîya wî kemîn danîn ku wî bikujin. Perî nihajî agahdarîya liser qatilkirina Midurê ewlekarîya Amed´ê Gaffar Okkan dabu ku ew û parêzerê wî ji alîyê bersucê ergenakonê Levent Göktaş Ozcan Tozlu ku wek hevalê bersûcê doza Ergenekonê Levent Goktaş tê nasîn, demek berê jî diyar kiribû ku Midûrê berê yê Ewlekariya Amedê Gaffar Okkan û pasevanên xwe ji aliyê serdarê MAK´ê û bersûcê doza Ergenekonê albay Levent Goktaş ve hatiye kuştin. |
|---|