
|
| HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
| AGAHDARÎ |
| PASIN (REKLAM) |
Li Wan ê Pefçune weke cengê 36 birîndar! Rojda Mêrdîn / NNÊ Wan Li Wanê gundê Ortaköy ku girêdayê navça Gulpinarê e, pefçunek di navbera du malbata de derket û pefçun wergerîya pefçunek çekdarî. Di pefçuna hîn ku munasebeta wê nayê zanînde 36 kes birîndarbun. Ligorî agahdarîyên ku hatin bi destxistin, doh evarî perfçun di navbera malbata Şenöz û Öner´de derket. Pefçun ku piştî nîqaşa derket, pêşî bi kevir û dara bihevket û duvre jî bi çifta hêrîşî hev kirin. Hêrzên çekdar ên dewletê ketin navbera malbata û durî hevkirin. Ligorî agahdarîyên dawî ku me bi destxistin ji 36 kesan 3 kes jiwan birîndarê xedarin . Kesên birîndar li nexweşxanê Wane tên derman kirin. Jibo ku ti pefçun li nexweşxana j î dernekevê nexweşxana ji alîyên polîsan ve hatîya dorpêçkirin. Qaymaqamê Gulpinarê Nurullah Kaya daxwîyanîye da çapamenîyê û wiha got” serhikimdarîya Leşkera ya navçê, piştî pefçunê tedbîra ewlekarîyê li gund girtina û ketin û derketina gund kotrol dikin.” Qaymeqam Kaya daxwîya kirin ku lêkolîna liser buyerê bi şêweyekî berfireh berdewam dike. Û wiha berdewamkir”ligorî daxwîyanîyên gundîya pefçunek di navbera ciwanande li bajarê Wanê derketîya û ev pefçun çilkizîya gund.” |
|---|