
| SERRUPEL |
|---|
| NUÇE |
| DENGÊ ÊZÎDXAN |
| SPORT |
| HEVPEYVÎN |
| AGAHDARÎ |
| ÊZÎDATÎ |
| WARÊN ÊZÎDÎYA |
| ÇAND û HUNER |
| LÊKOLÎN |
| NAVDARÊN ÊZÎDÎ |
| TURIK (LÎNK) |
| www.ezidi.de |
| www.ezidi.eu |
| www.bexsi.de |
| WEBHOSTING |
|---|
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
NIVÎSKAR |
| PASIN (REKLAM) |
Edî Bese....!weşan Nîsan 2005
Di van rojande tiştê herî ku bala min dikişîne, leyiskê liser civaka Êzîdîya ne. Ev jî mirov karê bêjê ku, civaka Êzîdî van lestika û çewtîya weke qedera xwe dibîne. Lê divê baş bêye zanîn ku, leyistik, çewtî û dirutîyê ku tên kirin, nabê keder ji ti civakêre. Divê ku her gelek anji civakek biryara qadera xwe bi xwe bide.
Gava mirov li dîroka Êzîdîya dinere, xwîna mirova dicemire û tenê mirov karê serê xwe bihejîne. Jiber ku tiştê hatî serê Êzîdîya mirov karê bêjê tenê li welatekî bê xwedê ev tişt karin bên serê mirova. Ji alîyê dinva dibêjin çêbuna beşerîyetê li Mezopotamya ye. Mirov karê bêjê ku çebun û pêşketina beşeryetê li mezopotamya ya, lê çi wahşîyet û hovîtîya heye jî, bi serê xwedî erdê Mezopotamya de hatîya. Dinav xwedî erdê Mezopotamya da ên ku behtir rastî zilm û zorîye hatina jî civaka Êzîdîye. Ve zordarîya liser Êzîdîya, ji dema Asura dest pêkir û di dema islamiyetê de gîhîş had sahfê. Lê talan û wêran kirina warê Êzîdîya û bi sedhazara katil kirina mirovê Êzîdî, ji 639 p.z. bi derketine îslamîyetê dest pêkir û dibin navê îslamîyetê bi sedan fermanê bi xwîn li Êzîdîya hatin rakirin. Gava ku sefera îslamîyetê di 640 p.z. hate Mezopotamya e, hikimdarîya Sesanîya li herêmê hebu û Serhikimdar jî Êzîd Kralê III bu. Bi dagir kirina Mezopotamya ji alîyê artêsha islamiyetê ve, talankirin, wêrankirin û çi tiştê nebaş heye ji alîyê artêşa islamîyetê ve biserê Êzîdîya hat kirin. Piştî ku kismekî ji heşîrê Êzîdîya îslamiyet kabul kirin, êdî ewan rêberî ji erebar kirin û êrîş birin ser aşîrê Êzîdîya ên jiber fermanan, xwe kişandibun çîya. Ligorî hina 72 ferman û ligorî hina jî 1072 ferman li Êzîdîya hatin rakirin. Lê mixabin jiber ku dîrok ticara ji alîyên ê ku zilm û zorî dîyinave nehatî nivîsandin, di dîroka Mezopotamya de jî, gelek ji van fermana weke ku Êzîdîya heq kiribu hatîye nivîsandin an jî nehatîya nivîsandin. (Di derheqa dîraka Ezîdîya de, di dema pêşde ezê hewl bidim ku bi awayekî bervireh We Xwendevanên hêja agahdar bikim.) Ligorî bahwerîya min, jîyana ku îro Êzîdî, têdene fermaneke bê xwîne, lê ya heri mezina. Çima?
Xemgînîya herîmezin jî eve ku, ên ku van leystika liserê Êzîdîya kin, bi xwe jî, ji civaka Êzîdîyane. (ji hindikayî ve, dinava civakê de weke Êzîdî tên zanîn). Gotina min ji wanra, qaşo xwazin xwedî li Êzîdîya derkevin, lê di rastîyêde ne wihaye; daxwaza wan ya herî mezin ewe, wê çawa karibin hîn behtir Êzîdîya ji bo mavê xweyî şexsî bikar bînin. Ev malê ku ji bo Êzîdîya hatina vekirin, di haqîqataxweda tenê ji bo malbata hatîya vekirin. Jiber ku revebirîya van mala tenê ji alîyên malbatekê an jî çend malbata ve, tên bireve birin. ev malbat anjî kes bi vejî nakin, bin asteng ji tifaq û herzek yekbuwî ya Êzîdîya re.... Gava mirov bixwazê rastîyê bibînê, çi leyîsk liser civaka Êzîdî tê leyîstandin mirov wê pir bash bibîne. Diserîde jî, partîyên kurdan dirutîyê dikin û xwe wek xerxwazê Êzîdîya din xweya kirin, lê di haqîqatê de dijminê koka ola Êzîdatîyê ne, wek bav û kalê xwe. Gelek ser biçuk û zik mezinê Êzîdîya wê bêjin, "gunehê partîyên kurda çîye" tishtê herî balkêsh, herêmê ku Êzîdî lê dijîn, di Îraqê de herêmê ji sher û pevçunê her î durin. Ya din jî gundekî erebe li herêma Shingalê heye jêre dibêjin Abu Xeshab, serokê gund jî Medlul Midlig e. Di dema Sedam Huseyn. jîde ev gundê ereba weke gundekî nezîkî Sedam dihat naskirin. Ji vî gundîre 9 hezar pisulê denga hate shandin. Lê herêmê Êzîdîya ku weke Shengal 74 hezar û herêma Sinunê 12 hezar tevda 86 hezar mirova ku jibona dengdane navê xwe nivîsîbun 9 hezar pisulê dengdanê hatin şandin. Ji Herêma Şêxan, Bahadir, Başîk û Bazan, re pisuleyê denga nehatin şandin. Biqasî 560 hezar dengê Êzîdîya tine hat hasibandin. Hijmara Êzîdîya di tevahîya Îraqê de biqasî 1,5 milyon e, Êzîdî dijîn û jivan biqasî 560 hezar jî xwedî mafê hilbijartinê ne. gava mirov li prosenta bahr bike dengê Êzîdîya ji % 6,6 prosenta heye. Ev jî tê mahneya ku Êzîdîya wê bi dehan parlemen bişandina meclisa Îraqê. Lê mixabin di Îraqê de caraka din eşkere bu, ku biratîya me ya derewaye. Liser axa pîroz rewşa Êzîdîya wihaye, ev rastîyeke ku liber çavê meye. Tenê kor dikarin nebînin...!!! Ez rastî dibêjim, ez gelekî dexisim cihu e. Dexisandina min jî, ja tifaq û girêdana wan ya bi qawmîyata wanre ye. Rastîyek din ya Cihu e, hebu ew jî Koçberê cihu yên ku li welatê biyanî dijîyan, alîkarîyek herî mezin ya aborî, ji şerê serxwebun û Azadîya welatê xwere kirin. Êzîdîyê ku ji welatê xwe koçber buna û bi awayekî mihacirî li welatê biyanî dijîn, ji bedêla tifaqa xwe xwurt bikin dest bi dijminatîya hev dikin û ji bedêla qewimperestîyê jî, hevdu xapandin kirina karê xwe. Ji derveyî welat bi teybetî li Elmanya, ev kes an jî ev malbat, karê wan eve ku bê tifaqîyê bikin nav Êzîdîya û wan mecburî xwe bikin. Tishtê ku herî min ditêshîne, ev kesen ku pere kirine KEBA xwe, kesen ku bi dilpakijî û dilsozî karê xwe dikin. Nêta van însanê bash ji bo mafê xweyî shexsî xerab bi kar tînin. Hevîya min ewe ku ev mirovên bi dil û can ji bo ola xwe xebatê dikin, wê dev ji havalbendîya va diru û sextekare berdin û haqîqatê ji civaka Êzîdî re bêjin. Gotina ku ez ji van kesên ku havalbendîya wan dikin re bejim; çavê xwe vekin, hun ne korin, we tenê çavê xwe girtîye. çavê xwe vekin û bêjin Êdî bes.. û destê van diru e, ji berîka xwe derxînin. Gelek kes dibejin ku civaka Êzîdîya bê perwerdeye û vê jî, weke shashîya sîstema liser wan dinirxînin. Û jiber ku welatê wan bindeste, pêshîyê xwe sucdar dikin. Mirov karê heta bi deverkê bêjê raste. Lê gava mirov bixwaze rastîyê bibîne û li dîrokê shunde binere, tishtekî balkêsh derdikeve holê. Çê dibe ku pêshîyê Êzîdîya, di serhildanade ti sekevtinê bash bi dest ne xistina, lê belê, ji bo ku di pêsherojêde nevîyên wan jî, weka wan di serhildanê xwede têk neçin, gotinên hishyar kirinê hishtine. Ev gotin ne tenê ji bo hishyar kirin, her wiha her gotinekî weke, derseke Zaningehêye mirov di karî xwe bi van gotinan perwerde bike. Ligorî bahwerîya min her gotinekî pêshîya, rêberîya serkevtinê dike. Divêderêde ez xwazin gotina pêshîya "bela darê ne ji nava darêbê, re lê nabê"(eger dar nebê destî, ji bivir re, bi bivir tenê mirov nikarî tishtekî bike) Dive civaka Êzîdî vê rasîyê bibîne û li çareserîyekê bigere. Ligorî bahwerîya min ên ku vê pirsgirekê çareser bikin jî Ciwanên Êzîdîne. Gava mirov bixwaze rastîyê bêjê, di xelasîya hemu gelan anjî civakade, ciwanê wan rolek mezin leyîstine û heta mirov dikare bêjê ku herza herî mezin ji ciwane pek hatîye. Gelo çima ciwanê Êzîdî, ji bo hemu partîyê Kurda bi can û malê xwe xebatê dikin lê çima jibona ola xwe nakin? Ez jî vê pirsê ji ciwanê Êzîdî dikim. "Shêwirmendî, Alîkarîya aborî û shexsî kême? Deste me li pishta wane. Keremkin bikin em bi werene, pesheroj ya weye. Mehêlin kesên din ji bo pêsheroja we biryare bidin". Bersiveke di cide, min ji malbata girt. ka ciwan çi dibêjin? Lê berî hertishtî, dive bahwerîya ciwanê Êzîdî, bi wan bê. û gotina pêshîya"çavê li derîya xwelî li sêrîya) bash fahm bikin. ya herî mihum,divê ku bi civaka xwera rastbin, qedrê civaka xwe behtir ji shexsê xwe û malbata xwe bigrin. Wê demê Serkevtin wê ya wan bê. Çima Shoreshger? Divêderêde çêdibe ku hin ji mirovên me min rexne bikin, lê ez bahwerim gava ku bash bifkirin ewên min fahm bikin û wê maf bidin min. Tenê gotinek min ji wan kesare heye, civak ketî ava bê kam pêwistî bi sobekere heye, eger ku em bixwazin civaka xwe ji ava bê kam xelas kin. Dive sobekerê me hebin. Ew jî Shoreshgerin….!!! Dil neshewitê Çav hestira nake…! Divirde ez xwazim disa gotineke pêshîya bînim bîra we"ku dil neshewitê çav hêstira nakê" di vê pêvajoya nude, ku pêsheroja Êzîdîya ne dîyar û leyîstikê liser civaka Êzîdî zêdetir buwi ne , ez weke mirovekî ji civaka Êzîdî, nikarim bê deng bimînim. Eger ku ez bê deng bimînim ew kesên ku bahwerîya xwe bi mi tînin, gelo wê çi jimira bêjin ew bahwerîya wan, ew dilpakijîya wan, ew roja hêvîya di dilê wande liber derketinê wê çava bibe. jiber vê yekê ez nikarim bê deng bimînim. Ezê binivîsim û heta dengê min derkeve bi qîrim ez hevîdarim ku civaka Êzîdî wê dengê min bibhîzê, bi xwe bihisihê û pêshîyê li herikandina va çewtîya bigrin. Disa ezê gotinek pêshîya bînim bîra we"pez bê shivan bê, an gurê bikujin anjî dizê bibin" Lê lê gava civak bê serok û tifaq bê, an wê ji hebuna xwe durkevin, an jî wê hevdi xerabikin.(wê bibin leyistika civakên din) Jiber vê yekê ev gotina Pêshîyen Êzîdîya ji alîyê civaka Êzîdî ve kat nehatîye fahm kirin. Ez vê kêmasîyê ne tenê ya civaka Êzîdîye dibînim, bi qasî civakê hilimdar, rêber û zanê civaka Êzîdî jî gunahkarin.
Lê berî hertishtî dive mirov lixwe mikur bê û bêjê min li vêderê shashî kir. Gava mirov lixwe mikur neyê ewê nikaribe ji bo pêsherojê tishtekî bash bike. Ez xwazim di virde caraka din gotinek pêshîye bînim bîra we, ev jî bi teybetî, ji bo Hilimdar, Rewshembîr û Zanên Êzîdîya ye "ê ku te bigrînê dostê teye, ne ê ku te bikenînê" gava mirov vê gotinê shîrove bikê, mirov dikarê bêjê ku ji rewsha ku niha civaka Êzîdî têdene, hilimdar, rewshembîr, zane civakê gunahkarê herî mezinin. Jiber ku hilimdar, rewshembîr û zaneyên Êzîdîya, di ti, cejn, shîn, dawet û pîrozbahîyade pirsgirêkên civakê nekirine rojeva xwe û di vê derheqêde civak hishyar nekirina. Bi zimanê din, civak ne girîyandine, her tim kenandina. Civaka Êzîdî li sazîyê xwe xwedî dernakeve û ji berpirsîyare hesab napirse..! Weke ku tê zanîn ev bi salaye liser navê Êzîdîya sazî tên saz kirin, em karin bêjin ku bi sedhezara mark anjî euro ji nav Êzîdîya hatin kom kirin. Lê di aslê xwede ev sazî çiqasî Êzîdîne kesekî serê xwe liser ne êshand. ji bedêla ku hesab ji berpirsiyarê van sazîya bikin, bêyî ku tishtekî bêjin xwe ji sazîyê xwe dur kirin. Xemgînîya herî mezin, ewê gotina min jiwanre ku bêjin em Mala Êzîdîya ne, ji bo zewacek du ciwanê Êzîdî, anjî ji bo navê zerokekê hevok nivîs 150 Euro´yi distîne, bivê jî nakin, ji bo pîrozbahîyên olî ku di Mala ku bi alîkarîya Êzîdîya hatî çêkirin, 25 euro´ya distînin, dîsa jî kesek dengê xwe nake. Acêba mezin jî, sazîyen jivan dixwazin wan bikin Kurd,lê deng ji ciwakê nayê, nebêjin" ma Êzîdîyê arab, acem anjî tirk hene?" hin jiwan dixwazin bikin Elman. hin jî dixwazin bikin arab, lê mixabin deng ji civaka Êzîdîya dernakevê. Ji bedêla ku li hember rabin û rê nedin van bê tifaqîya, xwe kishandina malê xwe û bê deng mane. dibêjin"marê bi min venedê bila hezar salî bijî" gava ku mar di hindirudebê, ev pê nevedan ji bo demeke kin e. Jiber ku kengibê, wê mar careka din li te vegerê. Eger tu bixwazî malbata xwe bi awayekê hendem biparêzê, divê ku di civaka xwe bi parêzê. parastina civakê, parastina malbatê hemdemîye. Werin Êzîdîno tev bibin yek, ji bo Sherfedînê me bibin gelek…….!!!! |
|---|