Bexşî GÜNAY

bexsi_guenay@hotmail.com

"MIN LI KU DA, DENG JI KU DERKET "

 

Xwendevanên hêja, sernivîsa min, gotina mirovekî Qereçîye. Belkî nivshê sisêya vê gotinê nasnekê, lê ên din gelek cara ev gotin bihîstina.

Gava malake Qereçî bihate gundekî, gundîyê wî gundî jibo dengbêjî û pêkenokê wan diçun cem wan. Carekê civata gundîya li cem, ê qereçî geriya ye û tevahîya civatê li benda destpêkirina kemaça, ê Qereçî e. Ê qereçî, xwest kemaça xwe sererast bikê, heyala wî ku li hemberî wî runishtî bu, ba ji berçû. Wî jî got, „min li ku da, deng ji ku derket“ ne „îcar“, vêca, mesela Serhan Cemîl yanî Serhan Cengiz jî eve.

Serhan Cengiz, pesnê Welatparêzîya xwe didê û bahsa girêdana xwe bi Shoresha Rizgarîya Netewa Kurdistan re dikê û çiqasî bi kar û xebatên jibo civaka Êzîdî kirîye serbilinde tînê ziman û weke gotina pêshîya “girt bi shîrî bernadê bi pîrî” balona xwe ya Welatparêzîyê bi gotinê wala û ne rast dinepixînê. Û min jî weke hevkarê axa dê xwîya kirin.

Gelê herêma Midyad, Nisêbîn û Hezexê Bexshî Günay, bash nash dikin û çi karî dikê bash dizanin...

Serhan Cemil (Serhan Cengiz) awqasî ji Êzîdatîyê û Kurdewarîyê durketîye, ku fahm nakê ev xebatên min li Nisêbîn, Midyad û Hezexê jibo çi hatina kirin û haqîqata wê çîya, jiber vê yekê jî, bê denge di axivê.

Gelo Serhan Cengiz, dizanê mahna KONFEDERALIZMÊ çîye?

Bashe heger em Serhan Cengiz, weke ku xwe dê xwîya kirin qabulbikin.

Ez pir meraqa dikim. Gava ku Shêredîn û heyala wî Newroz hatin qatil kirin û jibo ku qatilê wan derêxê holê Bexshî Günay kefenê xwe kir destê xwe û çu Nisêbîn û Midyadê û bi heftîya Di Rojnama “ÖZGÜR POLITIKA”´da nuçe nivîsandin û agahdarî dan Medya TV,

Serhan Cengiz li ku bu û çi dikir?

Gava ku bi roja, Bexshî Günay, liser Alî Agirman û Resho Yaldiz, lêkolîn kir û nuçe nivîsandin û hêjî berdewan dikê.

Serhan Cemîl (Serhan Cengiz) çi dikir û li ku bu?

Gava ku li Gundê Kîwexê, Sherefa Êzîdîya kiribun bin linga (Navê gundê Êzîdîya kiribun islam köyü û camî di gund de avakiribun) û gundîyê gundê Kîwexê dihatin tehdît kirin û hîn jî tên tehdît kirin, Bexshî Günay, dengê wan gihîjan Ewrupa.

Qasho Serhanê Cemîl (Serhan Cengiz) serokê sazîya Êzîdîya bu, wî wextî li kuderê bu û çi dikir?

Gava warê Êzîdîya hate shewitandin û Bexshî Günay, bi lezgînî xwe gihand cihê buryarê û cîhan pê hisan.

Qasho Serhan Cemil (Serhan Cengiz) serokê sazîya Êzîdîya bu li kuderê bu û çi dikir?

Qasho Serokê Sazîya Êzîdîya ye Serhan Cemîl (Serhan Cengiz) lê di nivîsên ku ên Serhan Cemîl (Serhan Cengiz) kirina mashik ji xwere û nivîsa liser navê wî nivîsin ku ti haqaret û gotin namînê ku ji Êzîdîya re, divan nivîsa de nayê gotin tunene.

Eve xwedî derketina li rumeta civaka Êzîdî û karê Serhan Cengiz?

Serhan Cemîl (Serhan Cengiz) û hevalên xwe, xwe gelekî bi akil dibînin û wiha dibêjin

“Eger mirovên weke Bexshi Gunay, me weke mashika destê Bizava Rizgarixwaz a Gelê Kurd nîshan bidin jî, em bi vê yekê serbilind in. Ji ber ku em, bi malbat û rêxistinên xwe ve, tenê ji bo Bizava Rizgarîxwaz a Gelê Kurdistanê re dibin mashik. Ji ber ku em, malbata me û rêxisitinên me parçeyek ji Bizava Rizgarîxwaz a Gelê Kurd in. ÎCAR em ne mashika destên wan in, em parçeyek ji dil û mêjiyê wan in. Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurdistanê jî ji bo serkeftin û rumeta Ola Ezdî gavên dîrokî û pesindarî avêtine. Em jî, bi sazî û dezgehên xwe ve palê vê tevgerê ne.

Bila Bexshî û kesên mîna wî dizanibin ku Bizava Rizgarîxwaz a Gelê Kurd em bi xwe ne”

Xwezî ku ev tishtên hun dibêjin rast buya. Lê mixabin tenê di gotinêde wihaye.

birêz Serhan Cengiz, ev tishtê ku hun dibêjin divîbu wilo (wisa) bu a. Lê mixabin te û hevalê te, bi hamalê xwe beruvajîyê vê kirîye.

Ên ku jiber bi kurdi axivîn, zimanê wan hatin jêkirin, ên ku jiber kincê Kurdî girêdabun li kolanê bajaranda haqaret li wan hat kirin Êzîdîne.

Lê mixabin ên weke we û hevalên we “îcar” bun kurm û ketin nav qurmê dara tifaqa civaka Êzîdî û dara welatparêzîya civaka Êzîdî.

Hun bahsa girêdana xwe, bi Shoresha Rizgarîya Netewa Kurdistan û bi Serokatîya Netewa Kurd ra dikin. Lê gelekî balkêshe, di xebatên wede mirov her tim rastî beruvajîyê vê te.

Divê em vê çawa fahm bikin?

Di serîde ên ku Serokatîya Netewî radestî, dewleta tirk kirin nevîyê “Selahedînî Eyüb-î û Îdrîs-î Bidlîsî ne” ên ku bagera xîyanetê li Ewrupa di hemberî Shoresha Rizgarîya Netewa Kurdistan gerandin û derbasî Qandîlê kirin ewin. Lê shikir Xaka Kurdistanê Pîroz, rê neda gera bayê xîyanetê û li Qandîlê dîwarê ji mifrik û pola li Pêshîya bayê xîyanetê hate ava kirin. Lê mixabin li Ewrupa ev ba buye bablisok û hîn digere. Û ên weke we bi zanîn an bi nezanî, bi gerandina çerxa bagerê tevlî van kesa dibin.

Çawa?

Bagera jibo azadîya Kurdistan ku li Ewrupa dihat gerandin, ez karim bêjim ku 80% hêrza civaka Êzîdîdî bu. Û weke ku min li jorî jî got, dara Welat parêzîyê a Civaka Êzîdî pir gesh û mezin bu.

Lê belê ên wek we, ku balona xwe ya welatparêzîyê bi derewe di nepixînin, bun kurm û ketin nava dara welatparezîya Civaka Êzîdî û tifaqa ku hatî ava kirin.

jibona ku em Welatparêzî û dilpakijîya Serhan Cemil (Serhan Cengiz) bash fahm bikin, em hinekî bi shunda herin.

û em binerin bê Serhan Cemil ( Serhan Cengiz) û hevalê xwe çi Welatparezî kirine, çi fêda wan daye civaka Êzîdî û çiqasî bi Serokatîya Netewî ve girêdayî ne...

11 Malên Êzîdîya hatibun ava kirin. Ji 11 malê ku Girêdayê Sazîya ku Serhan Cemîl (Serhan Cengiz) bahs dikê, niha çend mal girêdayê vê sazîyê mana?

Ji 11 mala 2 mal hishtin. Lê shikir avakirina sazîyên civaka Êzîdî bi hêvîya ên weke Serhan Cengiz ve nema û niha 13 Malên Êzîdîya hatine avakirin.

Ev her 13 mal tevlî herdu malê girêdayê sazîya ku Serhan Cengiz xwe wek serok dê xwîyakirin, tevlî HEWKARÎYÊ KOMELÊN ÊZÎDÎYA LI ELMANYA bun...!

Niha ti malên girêdayî sazîya ku Serhan Cemil (Serhan Cengiz) serokê wêye nema. Serhan Cengiz, Sherm nakê ku bahsa Sazîyê bahsa civaka Êzîdî ku girêdayî wan dikê û xwe wek serok dibîne?

Ji 20 hezar endam niha çiqas endamê we hene?

4 endamê we hene ne wiloye (wisa)?

ew jî dîyare kine..!

Welatparêzî û dilsözîya bi civaka Êzîdî re eve?

Lê ez bahwerim licem Serhan Cengiz, hemu beruvajîye...!

Qasho Serhan Cemil ( Serhan Cengiz) seroke, û Welatparêze heta niha te çiqas mirov nêzîkî Shoresha Rizgarîya Netewa Kurdistan kirine?

Ez bêjim ne yek....!

Qasho Serhan Cemil (Cengiz) Seroke, heta niha te çiqas mirov ji Shoresha Rizgarîya Netewa Kurdistan dur kirine?

Bi 10 hezaran....!

Qasho Serhan Cengiz seroke, gelo jibo ku têkilî di navbera rewshenbîrên Kurd de bi teybetî civaka Êzîdî de çêbibin xebatek kirîye?

Gelo serê Serhan Cengiz, têra rêvebirîya sazîyê dikê?

Eger serokê sazîyekê haqaretê li civaka xwe bikê, ev mirov çiqasî tê gihishtîye?

Gava ku rojnamevanek sazîyekê rexne bikê û serokê wê sazîyê rabê di hember wî rojnamevanîde dest bi qulpa, bêbextîya, bextreshîya û haqareta bikê, ev mirov wê karibê çiqasî rêbertîyê ji civakê re bikê?

Serhan Cemîl (Serhan Cengiz) bahsa malbata xwe dike.

jiber ku kesên wek Serhan Cemîl (Serhan Cerngiz) xwebatê çewt û ne lirê kirin û ev xebatên xwe kirin mal ji Shoresha Rizgarîya Netewa Kurdistan re, roj bi roj civaka Êzîdî ji Shoresha Rizgarîya Netewa Kurdistan hate durxistin. Û ev gotin jibo Malbata Serhan Cengiz jî, derbasdibe.

Serhan Cengiz, çiqasî di karê xwede semîmîye?

Birêz Serhan Cengiz, gotina te ku te gotîye “Di nava karên Bizava Rizgarîxwaz a Gelê Kurd de karûbar –bi profesyonelî- tê kirin.”

Ew karê ku ti bahsa wî kê eve?

Rastîjî ez we pîroz dikim, hun karekî pir profesiyonalî dikin. Jiber ku ên weke rêvebirîya “yenî özgür politika” hun pir bash dikarin bixapînin.

Kî dizanê belkî hun û ew tevd dizê deverkêne?

Çima?

Jiber ku di shexsîyeta Bexshî Günay´de bi dehan Abone hatin betalkirin, wê bên betal kirin û bi seda xwendevana dev ji rojnama “yeni özgür politika berda û wê berdin.

Ev karê ku hun dikin, xizmetê ji kêr dikê?

Divirde kî xizmetê, ji fermandarê ku 72 fermanê bixwîn liserê civaka Êzîdî rakirin, ji qatilê Gelîyê Zîlan, Zozanê Sherefdînê, Sura Amedê, Shingalê, Musilê, Shêredîn û Newroz Sîncar, Resho Yaldiz, Alî Axirman, Derwesh Sewgat dikê divirde pir bash dîyardibe

Serhan Cengiz û ên ku wî dikin mashik ji xwere û nivîsa liser navê wî nivîsen, yanî îcar, wiha dibêjin”Car din ne dereng e. Bexshî Gunay dikarê ji gelê Kurd, rêxistinên civaka Êzdî bexissandina (lêbûrina) xwe bixwazê û di nava eniya Rizgarîxwaz a gelê Kurd de cihê xwe bigirê”

Careka din gotina,”de werin van kera di wî borî re derbas kin” bi min dan gotin.

Enîya rizgarîya ku hun dinavde cih digrin, ku xizmetê ji dijminê koka ola Êzîdatîyê û kurdewarîyê dikê?

Na liwe pîrozbê...!

Bexshî Günay, berî 20 sala cihê xwe girtîye û dilê wî li çiyayê Kurdistanê e ku rihê xwe ji kanîya cimcim distînin ne li Ewrupa virokeye....!

Gelê Kurd û Civaka Êzîdî bash dizanê ki divê Bexishandina xwe ji wan bixwazê.

Hey hun havalbendê osê û shemo û en din. nevîyê Selahadîn-î Eyub-î û Idris-î Bidlis-î we bivirê xwe vêcarê li latê xist. Ew leystikê ku bi salaye we dinav welatparêzên Kurd û civaka Êzîdî de li Ewrupa meshand û hînjî dimeshînin. Û we bi seda welatparêzên dilsoz ji Shoresha Rizgarîya Netewa Kurdistan dur kir û bi dehan Rewshembîr û Rojnamevanên Kurd bê deng kirin. Ew diravên ku Welatparêzên Kurd û civaka Êzîdî ji devê zarokên xwe kêm kirin, ku Shoresha Rizgarîya Netewa Kurdistan bi herz bibê radestî we kirin û we kefî sefa kir.

Hunê nikaribin Bexshî Günay, bê deng bikin..

Jiber ku Bexshî GÜNAY herê ku, li kuderê bê û bi kêre bi axivê , li Hewlêr, nevîyê Mahmudî Êzîdî, li Musilê nevîyê Êzîdî Mîrza´ye, li Paytexta Kurdistanê Amedê mirîdê Shêx Mîrzayê Akosîy e. Li Silêmanîyê birê Hiseynê Bavê Shêx e, li Qandîlê birê Zekî Shingalî e, li gelîyê Zîlan nevîyê Cengîr Axa ye, li Sêwasê endamê qewmê Çol Begê ye, li Çêwlik serê çiya yê Sherfedîne, shervanê Sherfedîn e, li serê çiya ê Sîpanê, shitla evîna Sîyamed û Xecê e, li Shingalê gurzê azadîyê li hember Firîq Pasha ye, li Cizîrê qîrêna zar û zêçê Êzîdîya jiber zilm û zora Mîr Bedirxana û Êzdîn shêraye, li Navenda Bagokê nevîyê Shihabî Pol e, li deshta Riha e mirtala destê Derwêshê Avdî e, li Qamishloka rengîn birê Sebrî û Nezîr e, li Nisêbînê, hawara Shêredîn û Newroz e, birayê Resho Yaldiz û Hamar Tel e, li Hezexê Birê Harun, Alîcan, Hayat Günay û Nezamedin Günay, li Midyadê birê Alî Ay, Durmez Günay, Alî Axirmana e, li Elihê, Nevîyê Mirzikê Zaza ye, li Ridwana Bavê Temo shahidê çemê Ridwanê ye, birê Alî Agal, Binevsh Agal, Behîye Yasît e, li Wêranshahrê, birê Derwesh Sawgat û Avdo Sewgat e, li Ewrupa jî shagirtîyê Serokê Netewa Kurd Serok Apo e.

Û ti kîyî?

Mashika destê nevîyê “Selahedîn-î Eyub-î û îdris-î Bidlisî......!

Shîrove Ramana Azade em jê ne berpirsîyarin

Êdî bese...

Êlon 2004

Bexshî Günay

bexsi_guenay@hotmail.com

Di van rojande tishtê herî ku bala min dikishîne, leyiskê liser civaka Êzîdîya ne. Ev jî mirov karê bêjê ku, civaka Êzîdî van lestika û çewtîya weke qedera xwe dibîne. Lê divê bash bêye zanîn ku, leyistik, çewtî û dirutîyê ku tên kirin, nabê keder ji ti civakêre. Divê ku her gelek anji civakek biryara qadera xwe bi xwe bide.


Lê belê berî her tishtî ew gel an civak devê ku bi hêrz bê, ev hêrza mezin tenê bi tevgerek zanyarî û tifaqek dibin revebirîya shoreshgerande çêdibe. lê mixabin dinava civaka Êzîdîde behtir ji shoreshgera, shoreshrev hene. Ev jî xemgînîyek mezin didê, xerxwazê ola Êzîdatîye.

Gava mirov li dîroka Êzîdîya dinere, xwîna mirova dicemire û tenê mirov karê serê xwe bihejîne. Jiber ku tishtê hatî serê Êzîdîya mirov karê bêjê tenê li welatekî bê xwedê ev tisht karin bên serê mirova.

Ji alîyê dinva dibêjin çêbuna besherîyetê li Mezopotamya ye. Mirov karê bêjê ku çebun û pêshketina besheryetê li mezopotamya ya, lê çi wahshîyet û hovîtîya heye jî, bi serê xwedî erdê Mezopotamya de hatîya. Dinav xwedî erdê Mezopotamya da ên ku behtir rastî zilm û zorîye hatina jî civaka Êzîdîye.

Ve zordarîya liser Êzîdîya, ji dema Asura dest pêkir û di dema islamiyetê de gîhîsh had sahfê. Lê talan û wêran kirina warê Êzîdîya û bi sedhazara katil kirina mirovê Êzîdî, ji 639 p.z. bi derketine îslamîyetê dest pêkir û dibin navê îslamîyetê bi sedan fermanê bi xwîn li Êzîdîya hatin rakirin.

Gava ku sefera îslamîyetê di 640 p.z. hate Mezopotamya e, hikimdarîya Sesanîya li herêmê hebu û Serhikimdar jî Êzîd Kralê III bu. Bi dagir kirina Mezopotamya ji alîyê artêsha islamiyetê ve, talankirin, wêrankirin û çi tishtê nebash heye ji alîyê artêsha islamîyetê ve biserê Êzîdîya hat kirin.

Pishtî ku kismekî ji heshîrê Êzîdîya îslamiyet kabul kirin, êdî ewan rêberî ji erebar kirin û êrîsh birin ser ashîrê Êzîdîya ên jiber fermanan, xwe kishandibun çîya. Ligorî hina 72 ferman û ligorî hina jî 1072 ferman li Êzîdîya hatin rakirin.

Lê mixabin jiber ku dîrok ticara ji alîyên ê ku zilm û zorî dîyinave nehatî nivîsandin, di dîroka Mezopotamya de jî, gelek ji van fermana weke ku Êzîdîya heq kiribu hatîye nivîsandin an jî nehatîya nivîsandin.

(Di derheqa dîraka Ezîdîya de, di dema pêshde ezê hewl bidim ku bi awayekî bervireh We Xwendevanên hêja agahdar bikim.)

Ligorî bahwerîya min, jîyana ku îro Êzîdî, têdene fermaneke bê xwîne, lê ya heri mezina.

Çima?


Ez bahwerim hun xwendevanê hêja jî di farqa, van leystikê ku niha liser Êzîdîya tên leyistandin dene.

Xemgînîya herîmezin jî eve ku, ên ku van leystika liserê Êzîdîya kin, bi xwe jî, ji civaka Êzîdîyane. (ji hindikayî ve, dinava civakê de weke Êzîdî tên zanîn). Gotina min ji wanra, qasho xwazin xwedî li Êzîdîya derkevin, lê di rastîyêde ne wihaye; daxwaza wan ya herî mezin ewe, wê çawa karibin hîn behtir Êzîdîya ji bo mavê xweyî shexsî bikar bînin.
Evê jî em dikarin, di vekirina "digotinêde"malên ji bo Êzîdîya de, anjî di shaxsîyete hinek mirovade bibînin.

Ev malê ku ji bo Êzîdîya hatina vekirin, di haqîqataxweda tenê ji bo malbata hatîya vekirin. Jiber ku revebirîya van mala tenê ji alîyên malbatekê an jî çend malbata ve, tên bireve birin.
Ev gotin ne tenê ji bo Êzîdîyên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn herwiha ji bo Êzîdîyê Basurêrojava, Basurêmezin û Êzîdîyê li Sowyeta berê dijîn jî derbas dibin.

ev malbat anjî kes bi vejî nakin, bin asteng ji tifaq û herzek yekbuwî ya Êzîdîya re....

Gava mirov bixwazê rastîyê bibînê, çi leyîsk liser civaka Êzîdî tê leyîstandin mirov wê pir bash bibîne. Diserîde jî, partîyên kurdan dirutîyê dikin û xwe wek xerxwazê Êzîdîya din xweya kirin, lê di haqîqatê de dijminê koka ola Êzîdatîyê ne, wek bav û kalê xwe.
Ev yek jî pir bash, di hilbijartinê Íraqê de hate xwuya kirin.

Gelek ser biçuk û zik mezinê Êzîdîya wê bêjin, "gunehê partîyên kurda çîye" tishtê herî balkêsh, herêmê ku Êzîdî lê dijîn, di Îraqê de herêmê ji sher û pevçunê her î durin. Ya din jî gundekî erebe li herêma Shingalê heye jêre dibêjin Abu Xeshab, serokê gund jî Medlul Midlig e.

Di dema Sedam Huseyn. jîde ev gundê ereba weke gundekî nezîkî Sedam dihat naskirin. Ji vî gundîre 9 hezar pisulê denga hate shandin. Lê herêmê Êzîdîya ku weke Shengal 74 hezar û herêma Sinunê 12 hezar tevda 86 hezar mirova ku jibona dengdane navê xwe nivîsîbun 9 hezar pisulê dengdanê hatin shandin.

Ji Herêma Shêxan, Bahadir, Bashîk û Bazan, re pisuleyê denga nehatin shandin. Biqasî 560 hezar dengê Êzîdîya tine hat hasibandin.
Gava mirov tevahîya Îraqê hesab bikê, ligorî daxwîyanîya komisyona hilbijartinê bikasî 8,5 milyon hemwelatîyê Îraqê tevlî hilbejartina bun.

Hijmara Êzîdîya di tevahîya Îraqê de biqasî 1,5 milyon e, Êzîdî dijîn û jivan biqasî 560 hezar jî xwedî mafê hilbijartinê ne. gava mirov li prosenta bahr bike dengê Êzîdîya ji % 6,6 prosenta heye.

Ev jî tê mahneya ku Êzîdîya wê bi dehan parlemen bishandina meclisa Îraqê. Lê mixabin di Îraqê de caraka din eshkere bu, ku biratîya me ya derewaye. Liser axa pîroz rewsha Êzîdîya wihaye, ev rastîyeke ku liber çavê meye. Tenê kor dikarin nebînin...!!!

Ez rastî dibêjim, ez gelekî dexisim cihu e. Dexisandina min jî, ja tifaq û girêdana wan ya bi qawmîyata wanre ye.
Cihu ya gava welatê xwe azad kirin, hizmara wan kêmtir ji milyonekê bu. Pishtî ku welatê xwe azad kirin, revebirîya îsrailê bang li cihu ê cihanê kir û gotin, îsrail welatê hemu cihuya ye, û wexwanden welatê azad.

Rastîyek din ya Cihu e, hebu ew jî Koçberê cihu yên ku li welatê biyanî dijîyan, alîkarîyek herî mezin ya aborî, ji sherê serxwebun û Azadîya welatê xwere kirin.
Lê mixabin mirov nikarê vê yekê ji bo civaka Êzîdîya bêjê.

Êzîdîyê ku ji welatê xwe koçber buna û bi awayekî mihacirî li welatê biyanî dijîn, ji bedêla tifaqa xwe xwurt bikin dest bi dijminatîya hev dikin û ji bedêla qewimperestîyê jî, hevdu xapandin kirina karê xwe.
Kesên wiha çiqas hindik jî bin tesîra wan bi awayekî negetîv liser civaka Êzîdî heye.

Ji derveyî welat bi teybetî li Elmanya, ev kes an jî ev malbat, karê wan eve ku bê tifaqîyê bikin nav Êzîdîya û wan mecburî xwe bikin.
Ev malbat anjî shexs, di rastîyêde hatina wan tenê dikare, têra derbas kirina mehê bikê, lê pishtî vekirina van mala, mirov dibîne ku, buwine xwedi mal, tirimbêlê biha û li welatê bîyanî bi sedhazara mal û Erd kirîna.

Tishtê ku herî min ditêshîne, ev kesen ku pere kirine KEBA xwe, kesen ku bi dilpakijî û dilsozî karê xwe dikin. Nêta van însanê bash ji bo mafê xweyî shexsî xerab bi kar tînin.
Ji alîyê dinve jî, evqa xapandin û sextekarî bi hawakî vekirî liber çavên wan tê kirin, dîsa jî nabînin anjî naxwazin bibînin. Bi vê jî nakin, van shexsê sextekar diparêzin.

Hevîya min ewe ku ev mirovên bi dil û can ji bo ola xwe xebatê dikin, wê dev ji havalbendîya va diru û sextekare berdin û haqîqatê ji civaka Êzîdî re bêjin.

Gotina ku ez ji van kesên ku havalbendîya wan dikin re bejim; çavê xwe vekin, hun ne korin, we tenê çavê xwe girtîye. çavê xwe vekin û bêjin Êdî bes.. û destê van diru e, ji berîka xwe derxînin.
Hishê xwe bînin serê xwe û ne bêjin "min ne dit û min ne bihîst". ji xwe vê yekê mala Êzîdîya xera kirîye. Raste eger tu çavê xwe bigrê û guhê xwe jî tije bikê, tu ne dibîne û nejî dibihîze..!

Gelek kes dibejin ku civaka Êzîdîya bê perwerdeye û vê jî, weke shashîya sîstema liser wan dinirxînin. Û jiber ku welatê wan bindeste, pêshîyê xwe sucdar dikin.

Mirov karê heta bi deverkê bêjê raste. Lê gava mirov bixwaze rastîyê bibîne û li dîrokê shunde binere, tishtekî balkêsh derdikeve holê.

Çê dibe ku pêshîyê Êzîdîya, di serhildanade ti sekevtinê bash bi dest ne xistina, lê belê, ji bo ku di pêsherojêde nevîyên wan jî, weka wan di serhildanê xwede têk neçin, gotinên hishyar kirinê hishtine. Ev gotin ne tenê ji bo hishyar kirin, her wiha her gotinekî weke, derseke Zaningehêye mirov di karî xwe bi van gotinan perwerde bike.
Ka werin em tevde bi nerin, bê pêshîyê Êzîdîya çi gotine.

Ligorî bahwerîya min her gotinekî pêshîya, rêberîya serkevtinê dike.

Divêderêde ez xwazin gotina pêshîya "bela darê ne ji nava darêbê, re lê nabê"(eger dar nebê destî, ji bivir re, bi bivir tenê mirov nikarî tishtekî bike)
Ji bo na civaka Êzîdî, ev gotinek di cih deye, rastî jî eve eger ku ne ji xîyaneta nava Êzîdîya buwa, ewê îro ne di vê merhela xirab debuna û wê ne wek mihacira li welatê xelkê bê cih û bê war bune. û bi vêrejî wê ne bê tifaq ûherz buna.

Dive civaka Êzîdî vê rasîyê bibîne û li çareserîyekê bigere.
Pêwistîya civaka Êzîdîya bi awayekî awerte, bi shoreshgerên Êzîdî heye. Min di destpêka nivîsa xwede bal kishandibu ser Shoreshgeran.

Ligorî bahwerîya min ên ku vê pirsgirekê çareser bikin jî Ciwanên Êzîdîne.
Divê ciwanên Êzîdî destê xwe deynin ser ujdanê xwe û bash bifikirin. Dîroka gelan û civaka derdor diber çavê xwere derbas bikin.

Gava mirov bixwaze rastîyê bêjê, di xelasîya hemu gelan anjî civakade, ciwanê wan rolek mezin leyîstine û heta mirov dikare bêjê ku herza herî mezin ji ciwane pek hatîye.

Gelo çima ciwanê Êzîdî, ji bo hemu partîyê Kurda bi can û malê xwe xebatê dikin lê çima jibona ola xwe nakin? Ez jî vê pirsê ji ciwanê Êzîdî dikim.
Min ev pirsa xwe ji malbatên Êzîdî jî pirsî. Bersiva wan ev bu.

"Shêwirmendî, Alîkarîya aborî û shexsî kême? Deste me li pishta wane. Keremkin bikin em bi werene, pesheroj ya weye. Mehêlin kesên din ji bo pêsheroja we biryare bidin". Bersiveke di cide, min ji malbata girt. ka ciwan çi dibêjin?

Lê berî hertishtî, dive bahwerîya ciwanê Êzîdî, bi wan bê. û gotina pêshîya"çavê li derîya xwelî li sêrîya) bash fahm bikin. ya herî mihum,divê ku bi civaka xwera rastbin, qedrê civaka xwe behtir ji shexsê xwe û malbata xwe bigrin. Wê demê Serkevtin wê ya wan bê.
Gotina min ku pêwistîya civaka Êzîdî bi shoreshgerê Êzîdî heye eve.
Di welatê mede, kesên ku jîyana xwe fedayî gelê xwe anjî qawmê xwe dikir, ji van kesanre di gotin Shoreshger. Jiber vê yekê ez dibêjim pewistîye Êzîdîya bi shoreshgerên Êzîdî heye.

Çima Shoreshger?

Divêderêde çêdibe ku hin ji mirovên me min rexne bikin, lê ez bahwerim gava ku bash bifkirin ewên min fahm bikin û wê maf bidin min. Tenê gotinek min ji wan kesare heye, civak ketî ava bê kam pêwistî bi sobekere heye, eger ku em bixwazin civaka xwe ji ava bê kam xelas kin. Dive sobekerê me hebin. Ew jî Shoreshgerin….!!!

Dil neshewitê Çav hestira nake…!

Divirde ez xwazim disa gotineke pêshîya bînim bîra we"ku dil neshewitê çav hêstira nakê" di vê pêvajoya nude, ku pêsheroja Êzîdîya ne dîyar û leyîstikê liser civaka Êzîdî zêdetir buwi ne , ez weke mirovekî ji civaka Êzîdî, nikarim bê deng bimînim.

Eger ku ez bê deng bimînim ew kesên ku bahwerîya xwe bi mi tînin, gelo wê çi jimira bêjin ew bahwerîya wan, ew dilpakijîya wan, ew roja hêvîya di dilê wande liber derketinê wê çava bibe. jiber vê yekê ez nikarim bê deng bimînim.

Ezê binivîsim û heta dengê min derkeve bi qîrim ez hevîdarim ku civaka Êzîdî wê dengê min bibhîzê, bi xwe bihisihê û pêshîyê li herikandina va çewtîya bigrin.

Disa ezê gotinek pêshîya bînim bîra we"pez bê shivan bê, an gurê bikujin anjî dizê bibin"

Lê lê gava civak bê serok û tifaq bê, an wê ji hebuna xwe durkevin, an jî wê hevdi xerabikin.(wê bibin leyistika civakên din)

Tishtekî din ê heri balkêsh, gotîna pêshîya ku dibêjin"serpêhatî ji hekîmê lukman çêtire".
Eger ev gotin Êzîdîya bash fahm bikire ewê îro ne dî vê merhelê debuna.
Jiber ku civaka Êzîdî ticara serpêhatîyê xwe shîrove nekirne û tu derz jê dernexistine.

Jiber vê yekê ev gotina Pêshîyen Êzîdîya ji alîyê civaka Êzîdî ve kat nehatîye fahm kirin.
Û ticare dost û dijminê xwe jihev nas nekirne. Ev jî bê sebeba ku dinava civaka Êzîdî de, bê hizurtî, bê bahwerî û bê tifaqî çêbibe.

Ez vê kêmasîyê ne tenê ya civaka Êzîdîye dibînim, bi qasî civakê hilimdar, rêber û zanê civaka Êzîdî jî gunahkarin.


Shashîyê ku di dema bihurîde çêbune, mirov nikarê rast bikê, lê mirov dikare ku ji wan shashîtîya derzê bigrê û ji bo pêsherojê serkeftinê bash bi dest bixe.

Lê berî hertishtî dive mirov lixwe mikur bê û bêjê min li vêderê shashî kir. Gava mirov lixwe mikur neyê ewê nikaribe ji bo pêsherojê tishtekî bash bike.

Ez xwazim di virde caraka din gotinek pêshîye bînim bîra we, ev jî bi teybetî, ji bo Hilimdar, Rewshembîr û Zanên Êzîdîya ye "ê ku te bigrînê dostê teye, ne ê ku te bikenînê" gava mirov vê gotinê shîrove bikê, mirov dikarê bêjê ku ji rewsha ku niha civaka Êzîdî têdene, hilimdar, rewshembîr, zane civakê gunahkarê herî mezinin.

Jiber ku hilimdar, rewshembîr û zaneyên Êzîdîya, di ti, cejn, shîn, dawet û pîrozbahîyade pirsgirêkên civakê nekirine rojeva xwe û di vê derheqêde civak hishyar nekirina. Bi zimanê din, civak ne girîyandine, her tim kenandina.

Civaka Êzîdî li sazîyê xwe xwedî dernakeve û ji berpirsîyare hesab napirse..!

Weke ku tê zanîn ev bi salaye liser navê Êzîdîya sazî tên saz kirin, em karin bêjin ku bi sedhezara mark anjî euro ji nav Êzîdîya hatin kom kirin. Lê di aslê xwede ev sazî çiqasî Êzîdîne kesekî serê xwe liser ne êshand.

ji bedêla ku hesab ji berpirsiyarê van sazîya bikin, bêyî ku tishtekî bêjin xwe ji sazîyê xwe dur kirin.
Ji alîyê din malbata sazî liser navê Êzîdîya vekirin û bi sedhezara mark anjî euro ji nav Êzîdîya kom kirin. Weke formalitekê malek binavê mala Êzîdîya çêkirin. ji alîyê din ve jî kefî sefa xwe bi alîkarîya jinav Êzîdîya hati komkirin, kirin. Kesekî ji civaka Êzîdî, hesab bi wan re neda dîtin.

Xemgînîya herî mezin, ewê gotina min jiwanre ku bêjin em Mala Êzîdîya ne, ji bo zewacek du ciwanê Êzîdî, anjî ji bo navê zerokekê hevok nivîs 150 Euro´yi distîne, bivê jî nakin, ji bo pîrozbahîyên olî ku di Mala ku bi alîkarîya Êzîdîya hatî çêkirin, 25 euro´ya distînin, dîsa jî kesek dengê xwe nake.

Acêba mezin jî, sazîyen jivan dixwazin wan bikin Kurd,lê deng ji ciwakê nayê, nebêjin" ma Êzîdîyê arab, acem anjî tirk hene?" hin jiwan dixwazin bikin Elman. hin jî dixwazin bikin arab, lê mixabin deng ji civaka Êzîdîya dernakevê.

Ji bedêla ku li hember rabin û rê nedin van bê tifaqîya, xwe kishandina malê xwe û bê deng mane. dibêjin"marê bi min venedê bila hezar salî bijî" gava ku mar di hindirudebê, ev pê nevedan ji bo demeke kin e. Jiber ku kengibê, wê mar careka din li te vegerê.
Pêvajoya niha jî, ji bo civaka Êzîdîya wihaye, paraztina malbatî ji bo demekê ye.

Eger tu bixwazî malbata xwe bi awayekê hendem biparêzê, divê ku di civaka xwe bi parêzê. parastina civakê, parastina malbatê hemdemîye.

Werin Êzîdîno tev bibin yek, ji bo Sherfedînê we bibin gelek…….!!!!

Bê tehamulîya rêvebirîya FKÊ di hember malên Êzîdîya de

10 Sebat 2006

Bexshî Gûnay

Bexsi_guenay@hotmail.com

Xwendevanên hêja, nivîsa min îro liser di gotinêde rêvebirîya Federasîyona Komelên Êzîdîya (FKÊ) ye.

Ez bahwerim gelek ji we xwendevanê hêja wê bêjin "ev kina? ma hene? Raste xwendevanên hêja ti fonksîyona FKÊ di nav civaka Êzîdîde nine. Lê belê ew bixwe ji xwere dibin buk û zavê. Lê rastîyek din heye "mêsh biçuke lê mîdê lihev dixê" armanca rêvebirîya FKÊ ewe ku ji bo malên Êzîdîya di kar û xebatên xwde biser nekevin tishtê ku ji destê wan tê dikin. Bê tehamulîya wan ya herî dawî li hember malên Êzîdîyan, liser nuçên ku di derbarên kar û xebatên Malên Êzîdîyan de, tên weshandin derket berçave.

Jiber ku ez nuça di derbarên Malên Êzîdîya de di nivîsim, ne xwestin ku ez nuçê wan binivîsim. Tishtê ku min herî xemgîn dike, tevî vê dijmatîya rêvebirîya FKÊ di hember malên Êzîdîya de, FKÊ, di rojname û Televizîynê Kurdistanî´de xwe weke serokê hemu komelên Êzîdîya didin xwîya kirin û liser navên hemu malên Êzîdîya daxwîyanîya dide.

Xwendevanên hêja, ez xwazim tishtekî din bînim ziman. bi nivîsandina nuçeyên diderbarên malên Êzîdîya de, ti qazanca mina maddi tuneye. Bêyî ku ez tu menfahatê shexsî bidim berçavê xwe ez carna biqasî 300 KM rê diçim û nuça di derbarên kar û xebatên malên Êzîdîya de dinivîsim. Bi nivîsandina nuçeya di derbarê kar û xebatên malên Êzîdîya de, ez hevkarîya xwe bi van malan re didim xwîya kirin. Di xebata xwe rojnamevanîyêde ez ti cudatîyê nakim navbera tu sazîyên Êzîdîya. Heger sazî min di derbarê kar û xebatên xwede agahdar bikin. Ez hewl didim ku raya gishtî di derbarê kar û xebatên wande agahdar bikim.

Ev tenê ne nerîna mine, ev di heman demêde zagona ku nebê nabê ya rojnama ku ez têde nuça dinivîsim, Rojnama Yenî Özgür Politika ya nûçêgihanîya bê alî û objektife.

Gelo ma qey raste civaka Êzîdî tifaqek wiha na xwaze ku 13 malên Êzîdîya dibin sîwanekê de bên cemhev? Ez di gelek axaftinê xwede dibêjim ku cihê Êzîdîya wê ligorî tifaqa wan, dinav rêvebirîya Kurdistanê de hebê.

Di nav guhera gurande, kerîyê pezekî bê shivan wê nikaribê jîyana xwe berdewam bikê…!

Xwendevanê hêja min berî 3 sala nivîsek bi navê "pez bê shivanbê, se jî bibê gur" û di sala buhirîde nivîsek bi navê "edî bese" nivîsîbu. Û bi teybetî nivîsa min bi navê "edî bese" ji alîyê xwedevana vê alaqeyek mezin dît. Evjî di hatina e-Maila´da hat fahm kirin.

Di van herdu nivîsê xwede min balkishandibu ser wan kesê ku di gotinêde rêbertîya Êzîdîya dikin.

Gotinek pêshîya din" ziman hevalê xwedîya" ev kes dinav civaka Êzîdî de pesnê kar û xebatên xwe dikin û têkçunê xwe weke serkeftinê didin xwîya kirin. Lê belê ji bo ku em karibin van kesa bash nas bikin, ka werin em bihevre rêwîtîyekê bi shunda bikin.

Di nîvê salên 90´de sazîyek Êzîdîya bi navê YÊK´ê hate avakirin. Ev di nav civaka Êzîdîde weke gavek dîrokî hate dîtin û civaka Êzîdîya bi dil û can pishtgirîya vê sazîyê kir. Di tevahîya Elmanya´de zêdetirî 10 malê Êzîdîya hatin vekirin û zêdetirî 20 hezar endamê wan çebun.

Lê mixabin ew kesên ku di gotinêde serokatî ji vê Sazîyêre kirin bun weke kulmîroyê û bi vê sazîyê hetin. Di destpêka salên 2000´rîde ji hut hestî û çerm hishtin û civaka Êzîdî ji netewa wan dilsar kirin.

evan kesa shuna ku serê xwe biguherandina navê sazîyê guhertibin ( YÊK,FÊK û FKÊ ) û bi vê yekê jî sazbuna Êzîdîya dinav welatekî pêshketîde xwe berjêr berda. Bi mîsala "girt bi shîrî bernadê bi pîrî" û bîlançoya xebata wan heta sala 2005. ji 10 malê Êzîdîya 2 mal man û ji 20 hezar endam 750 endam girêdayê vê sazîyê man.

Lê shikir ji xwedê ku Êzîdî ne bi hêvîya van kesan ve man, Êzîdîya dest bi vekirina mala kirin. Niha bajarên Elmanya ên ku malên Êzîdîya hene evin, Mala Êzidiya Celle, Pilatforma Êzîdîya Celle, Mala Êzîdîya Bergen, Mala Êzîdîya Berlin, Mala Êzîdîya Gießen, Kanîya sipî Bielefeld, Mala Êzîdîya Oldenburg, Mala Êzîdîya Sülingen, Mala Êzîdîya Leer, Mala Êzîdîya Sende, Mala Êzîdîya Emmerich, Mala Êzîdîya Wesel û Mala Êzîdîya Gronau.

Niha 13 malê Êzîdîya hene tevahîya endamên van mala, ligorî agahdarîyên rêvebirîya malên Êzîdîya biqasî 17 hezar endam hene.

Xwendevanên hêja, di nav van 13 malên Êzîdîyan de tenê 2 mal ku nêzîkî 750 endamên herdu mala hene, endamên FKÊ ne. Mala Êzîdîya Celle û Mala Êzîdîya Emmerich. 11 Malên din ên Êzîdîya ti alaqa wan bi FKÊ re tuneye û bi heqî rêvebirîya FKÊ ku ji ên wek, Serhan Cengiz (Cemîl), Elî Saçik, Hincur Xebat Axirman û Fendî pêk tê qebul nakin.

xwendevanên hêja ka werin em van kesa ji nêzîk ve nas bikin. Diserîde gava mirov li karê wanî 11 sala binerê, mirov digihê kanaatekê ku mirov bêjê, ti alaka van kesa ji dur û nêzîk ve bi civaka Êzidi re tuneye. Di xebatên van kesade tishtê herî balkesh derdikeve berçavê mirov, yekemîn xebata ji bo menfaatê sheqsîye, ya duemîn sarkirana Civaka Êzidi ji Tevgera Netewî û welatê wane. Ev ne tenê bahwerî û çavnêrîya mina her viha nerîn bi hezara mirovên ji civaka Êzidine.

Çiqas xebatê ji bo Êzîdatîyê têne kirin ku xwilamtîya FKÊ kabul nakin, dibin armanca hêrîshên rêvebirîya FKÊ. Ji bo ku ev sazîyên Êzîdîya di xebatên xwede biser nekevin tishtê ku ji destê wan tê dikin. Tishtê herî balkêsh, van astengîyê ku dikin liser navê sazîyên Kurdistanî dikin. Û dibêjin ku ev xwestek ji alîyên wan ve tê. (di nava civakê de wiha tê fahm kirin) jiber vê yekê jî civaka Êzidi ji Tevgera Netewî û welatên wan dilsar dikin.

Ya herî balkêsh, di vê dema dawîde ên weke Serhên Cengiz (Cemil)ku serokê FKÊ´ye, Hincur Xebat Axirman, Alî Saçik û Fendî xwestin ku vê dijminatîya li hember sazbuna Êzîdîya di çapemenîya Kurd´de bikin. (nehêlin ku nuçe di derbarê kar û xebatên malên Êzîdîya de bêne weshandin) ev yek ji alîyê serokê FKÊ Serhan Cengîz ji min re hate gotin. Alî Saçik û Fendî jî tevlî wî bun. Jiber vê yekê jî min xwe berpirsyar dît ku ez nivîsek wiha binivîsim û civaka Êzîdî di vî derbarîde agahdar bikim.

Xwendevanên hêja hun dizanin ku ez Rojnamevanekî ji civaka Êzîdî me û bi salaye di nav çapemenîya Kurd û Elmande xebatê dikim. Û min gelek nivîs bi teybetî di derbarê civaka Êzîdîde nivîsêne. Heta ji min hatîye min hewl daye ku ez nivîsê xwe bê alî û objektif binivîsim. Cara herî dawî ku evan kesên xwestin bibin asteng, da ku ez nuça di derbarên kar û xebatên malên Êzîdîya de nenivîsim. di Kongra Mala Êzîdîya Celle debu. evan kesan, gotin ku jiber ku ez nuça di derbarê kar û xebatên malên Êzîdîyan de dinivîsim, ew naxwazin ku ez nuça di derbarê wande binivîsim.

Tishtê ku herî min xemgîn dike, ligel dijberîya van kesa li hember sazbuna civaka Êzîdîde, dîsa liser navê hemu sazîyên Êzîdîya daxwîyanîya didin, lê deng ji tu sazîyên Êzîdîya nayê. Banga min ji rêvebirîya hemu malên Êzîdîya ree, ku li mafên xwe xwedî derkevin û derfetê nedin tu kesî ku beyî wan liser navên wan ti daxwîyanîya bibin.

BANG: Xwesteka min ji hemu revebirên malên Êzîdîyan re, çiqasî bi dev ji min re hatibê gotin jî, heger hun di derbarê alaqa xwe bi FKÊ bi nivîskî ji min re binivîsînin ezê gelekî dilshad bibim

Nivîskar
Nivîsên din
Pısîk çıma nankor e?
Gelo ezê çi ji F´yan bixwazim
Minli ku da deng ji ku derket
Werin van kera di wî borî re derbaskin
Bê tehamulîya FKÊ
Edî Bese
Felaketlerimiz ve Qawllerimiz
Tevahîya Nivîsên wî

Werin van kera di vî borî re derbaskin....!

Bexshî GÜNAY

bexsi_guenay@hotmail.com

Xwendevanê heja, mijara nivîsa min îro liser "Xîyanetêye" gava mirov ve gotinê dibihîze lashê mirov dilerize. Bi teybetî dinav civaka Êzîdîde gotinek "tabu"´ye. Jiber ku cihê xîyanetê dinav ola Êzîdatîyêde tuneye.

Mînaka herî bash jî, "Êzîdî ne din û ne sitînin. Di ola Êzîdatîyê de gava mirovek ji ol derkeve û derbasî olek din bibê, çênabê ku carekadin bikevê nav ola Êzîdatîyê. Sebeba wê jî wiha tê shîrove kirin"kesê carekê kir wê hezar carî jî xîyanetê bikê.

Kesekî ku ji oleka din jî, bixwazê bibê Êzîdî ew jî neyê qabul kirin. Sebeba wê jî wiha tê shîrove kirin."kesê ku xîyanetê li qewmê xwe bikê, wê li ê min bê ku bifkirê bike". Jiber vê yekê jî Êzîdî, ne din û ne disitînin.

Û dîrok jî shahidê vê yekê ye. Rastî eve. lê di 13 Temuzê´de nivîsek bi imza serhanê cemîl, mashika destê xelkê di rojnama "yeni özgür politka"´da hate weshandin. Û di wê nivîsa ku serhanê cemîl mashika destê xelkê û havalê xwe guh dirêj, nivîsîndina de Êzîdî jiber ku tekilîyên xwe bi axa û teybetî mala Çelebî, re çêdikin bi xîyanetê tên sucdar kirin. Û ji gundîyê gundê Êzîdîyare weke kesê kirêj û gemar tên gotin.

Lê gelekî balkêshe serhanê cemîl ku mashika destê xelkêye çiqasî paqija. Xwendevanên hêja qirêjî, gemarî, bêaslî û xîyaneta ên weke serhanê cemîl û havalê wî di karê wan û dibin navê FKÊ´de xweyaye. Wan heta niha liser navê civaka Êzîdî, çiqa qirêjî, kotîtî û gemarî kirin civaka Êzîdî bash dizanê.

Tishtê ku nayê zanîn karektêra ên weke serhanê cemil û hevalê wîye. Lê terbîya min rê nadê min ku ez, destê xwe di kurika terbîya ên weke serhanê cemîl û havalê wî kim.
Di derhaqa kar û xebatê van mahlukande, min di nivîsa xwe ya bi navê "bê tehamulîya FKÊ di hember malên Êzîdîyan de" berfireh anîbu ziman. Pishtî vê nivîsa min ruwê wanî resh dibin maska sipîde derketibu berçava.

Û herdu malê ku girêdayê FKÊ, Mala Êzîdîya Celle û Mala Êzîdîya Emmerich jî dev ji FKÊ berdan û tevlî Hefkarîya Komelên Êzîdîya bun. Û bi vî awayî jî gotina ku min jiwanra gotibu"ji xwer dibin bûk û zave" rast derket. Niha ti Malê Êzîdîya bi FKÊ´re neman.

Divirde, ez xwazim rêvebirîya Hevkarîyê Pîroz bikim û di karê wande serkeftinê dixwazim. lê hishyarîyek min jibo wan heye.
Sindoqa sêvê we pir bashe, gava we sêv havêtin nav sindoqa sêvê xwe, wan sêva bash kontrol bikin, heger hun sêvê xerabuwî bavêjin sindoqa xwe, sêva xerabuwî wê sêvê we ên bash jî xera bikê. Ev gotina min, ne jibo malaye, jibo kesaye….

Pishtî vê kurte peyama xwe ez caraka din wegerim ser mijarê. Ev mahluq çiqas diçin bi tenê dimînin, jiber vê yekê jî bêhnpishka dawî, bi wan ketîya û bi rêya "yeni özgür politika" haqaretê li civaka Êzîdî dikin.

Ez kefxweshim ku balona derewa ya wan kesên dibin navê FKÊ´de, xwe wek serokê hemu Êzîdîya didîtin û di çapemenîyê de dan xwîya kirin teqîya. Ez xemgînim ku rojnama di pey "ÖZGÜR POLITIKA"´re derket û idia kir ku ewê rêça "ÖZGÜR POLITIKA" bi shopînê,yani "yeni özgür politika" bu hacet jivan kesare, ku haqaretê li civaka Êzîdî bikin.

Ne tenê hacet bi zanêyî an bi nezanî, ku pif dikin balona wan ya dereva. U hevl didin ku balona wan ja derewa mezin bikê. Jiber vê yekê, ez weke mirovekî Rojnamevan ji civaka Êzîdî ku bi salaye Nuçegihanî ji rojnama "ÖZGÜR POLITIKA" MEDAY TV, ROJ TV û Pishtî ku rojnama "ÖZGÜR POLITIKA" hate girtin û di vê salêde rojnameke nu bi navê "yeni özgür politika" derket min karê xwe berdewam kir.

Bi derketina "yeni özgür politika"´re rêvebirîya rojname jî hat guherandin. Bi guherandina revebirîyê re, alozî liser civaka Êzîdî di navbera min û wande derketin. Sebeb disa ên weke serhanê cemil mashika destê xelkê, eli saçik, ûhw. çend kesên din bu.
Ji min re hat gotin ku divê ez derbarên Malê Êzîdîyan de nuça nenivîsim.

Ez li hember derketibum û min bi nivîsekê dirutîya wan anîbu ziman. Çiqasî di dest pêkêde rêvebirîya rojnamê bê alî mabê jî di vê dema dawîde hinek kesê dinav rêvebirîya rojnamêde ku xernexwazîya civaka Êzîdî dikin,jiber ku rêvebirîya FKÊ ligor xwesteka wan tevhevgeriya, edî ewjî bun pisht ji FKÊ re.

Dilopa ku ji bo min qedeh biserve bir, nivîsa serhanê cemîl mashika destê xelkê, ku ji alîyê "yeni özgür politika" ve hate weshandin bu.

Pishtî vê nivîsê bi dehan telefon ji minra hatin û nerazîbunê xwe anî ziman. Liser vê yekê ez jî bi navenda rojnamêre bi Cemal Turan´re axivîm. Pishtî ku Cemal Turan bi awayekî vekirî xwedî li nivîsa ku haqaret li Êzîdîya hatibu kirin derket. Min jêr got ku nivîsa ku min shandî naxwazim bê weshandin.

Dipey axaftina min bi navendê re min daxwîyanîyek bi tirkî ji rojname re shand û min daxwîya kirin ku, heta rojnama "yeni özgür politika" jibo ve nivîsa ku haqaret li Êzîdîya hatî kirin arza xwe nexwazê û politika weshana xwe di derheqa Êzîdîya de ne guhere, ezê di rojnamêde ne nivîsim û ezê têkilîyên xwe bi wanre bicemirînim.

Xwendevanên heja, armanca ên weke serhanê cemîl mashika destê xelkê û hevalên wî dixwazin Êzîdîya bikin alî ji gengêshî, alozî û pefçunare. Cihê Êzîdîya ne alîyekî shere. Cihê civaka Êzîdî divê nav kahrwanê ashîtîyê bê. Jiber ku di hilm beyt û qewlê Êzîdîya jîde, bi awayekî vekirî tê gotin ku çênabê zilm, zor û çavsorî li ti morova bê kirin û mirov bên katil kirin.

Gava ku ezîdî herin Nisêbîn, Wêranshahr, Bismîl, Midyad, Batman û Hezexe, xwe bi alîyekî ve girêdin ligor bahwerîya min tishtê herî çewta. Ligorî ku serhanê cemîl mashika destê xelkê û hevalê wî dixwazin, divê ku êzîdî livan dere dijminatîyê bikin.

Tam beruvajîyê wê divê civaka Êzîdî bibê hêvîya ashtîyê ji gelê herêmê re. Divê civaka Êzîdî bibê elçîyê ashtîyê. Jiber vê yekê divê ku bê ku ti cudatîyê bikin navbera gelên herêmê, silavê bidin Mala Çelebî , silavê bidin Mala Cimo, silavê bidin Mala Batê, silavê bidin Mala Serhên û silavê bidin Hawinê ûed.

Gava ku Êzîdîya ti ferk û mehlî nekir nav wan, Êzîdî wê wî çaxî bibin xwedî gotin û qadir. û wê jibo hizur û tifaqa herêmê bibin qasidê ashtîyê.

Ya din jî, serhanê cemîl mashika destê xelkê û hevalê xwe ji minre dibêjê ku ez salê 7-10 diçim welêt û ez bi axara hevdîtinê çêdikim. "De werin van kera di wî borî re derbaskin.....!
Haqê wan heye ku tishtekî din bifkirin. Jiber ku di xwîna wande heye, û her kesî jî wek xwe dibînin. Hawqasî tevlîhevin ku nizanin ez kesekî rojnamevanim.

Û bivêra jî shikir ez kesekî Êzîdîme. Tishtê ku logorî bahwerîya min ji civaka Êzîdî re rast dibînim, ez wî tishtî, ji xwere jî rast dibînim. Gava ku ez diçim herêmê, ez weke rojnamevanekî ashîtîxwaz diçim herêmê.
Di penusa minde xwîn nine, hibir heye. Jibo biratî, ashtî û tifaq li welatê min çêbibê, ez diçim herderî û cem herkesî.

Heger li cihê ez lê, alozî û pefçun çêbibin, ezê li defa hawarê xim. Lê ne li defa hawara shêr. Ezê li defa hawarê jibo ashtîyê bidim. Ne ez tenê, divê ev karê hemu Êzîdîya bê.
serhanê cemîl mashika destê xelkê, bahsa hevdi kushtina gundê Bacinê dikê.

Li cem min cihê gunde Bacinê gelekî mezine. Gunde Bacinê ji minre cihekî pîroze, keleha jibo Êzîdîyê ku li tora rengîn dijîn. Sebeba xerabuna keleha Êzîdîya gundê Bacinê, ne axê derdorêne, sebeb bekoawanê weke serhanê cemîl mashika destê xelkê ne.
Edî turkê FKÊ ê resh, liber ronahîya rojê hate vala kirin.

Gotina dawî ku ez ji wanre bêjim, edî Êzîdî ne Êzîdîyê berêne. Edî bi kurnazîya Gunda hun hew dikarin Êzîdîya bi xapînin
Hêvîya min ji hemu Êzîdîya ku avakirina tifaqê xwurt bikin.

Jiber ku devera tifaq lê habê, cihê bekoawana çênabe…..!