
DAXÎYANÎ KANÎYA SIPÎ
Daxwiyanî: Komela Kaniya Sipî ya rewsenbîrî û civakî, Civîna xwe ye gistî lidardixe. Di roja yeksemê 30.03.2008 an de, Komela Kaniya Sipî ya Rewsenbîrî û Civakî civîna xwe ya gistî li bajarê Bielefeld - Almaniya lidarxist. civînê wekî hercar bi deqeyek bêlivandina jibo cangorîyên Êzîdîyan destpêkir. Pistî hingî birêvebirê Civînê dest bi rojeva Civînê kir û di xala pêsin de Rêvebiriya Komelê raportên xwe yên sala 2007 an pêskês kirin û bi berferehî li ser rawestan û guftûgo li ser hata kirin; ji bo pirsên endamên Komelê jî demeke fereh hata terxan kirin taku bi serbestî karibin dîtin û bîr û baweriyên xwe bînin ziman. Pistî hingî karûbarê Komelê û bizava wê bi gistî hata nirxandin û hemi endamên Komelê gihan wê encamê ku ji aliyekî ve Komelê karê xwe bi rengekî rêk û pêk ajot, lê belê dîsa jî Rêvebirya Komelê hêvî û daxwazî û rmancên Komelê ji bo durust kirina yan vedurust kirina insanê Êzidî û civaka Êzidî bi gistî û rizgarkirina Civakê û fikrê insanê Êzidî ji hindek bîr û bawerî û rê û rismên çewt û pasketî, bi cîh ne anîn, ji ber vê hindê jî ev hêvî û daxwazî dê bimîne yek ji armancên Komelê yên sereke. Di xaleke taybet de endamên Komelê hindek proje û kar û xebatên taybet ji bo sala 2008 an dan ber xwe. Di dawiya Civînê de, endamên besdar Rêvebiryeke nuh hilbijartin: Nuhat Îsa, Sêx Derzo, Fermaz Xerîbo, Dilges Îsa. Di axiftineke kurt de, Birêvebiriya nuh soz da ku ji dil û can û bi hemi hêz û karîna xwe ji bo bi cîh anîna armanc û daxwziyên Komelê kar bike. Bielefeld, 8 ê Nîsana 2008 an Rêvebiriya Komela Kaniya Sipî ya rewsenbîrî û civakî / Bielefeld -Almaniya |
|---|
Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>> |
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ |
NIVÎSKAR |
| WEBHOSTING |
| PASIN (REKLAM) |
HEVPEYVÎN |
LÊKOLÎN |
NAVDARÊN ÊZÎDÎ |