ÊZÎDÎ TV

ZINDÎ-LIVE

Bexşi Günay TEVAHÎYA NIVÎSAN BÜTÜN YAZILARI

Gav bi Gav Warê Êzîdîya>>> Adim Adim Êzîdîlerin Yurdu>>
HUNERMENDÊN ÊZÎDÎ

Jibo kesên bi telefonê gelekî di axivin û di Cîhana WWW digerihin, derfetek MEZIN. Axaftina û Rêwîtîya di cîhana WWW´de bê sînor...!!!

AGAHDARÎ
PASIN (REKLAM)
 

 

Piştgirî jibo Ahmet Türk

Parlementerê AKP Mehmet Halit Demir

NNÊ / Ankara

Jibo ku carekadin Ahmet Türk tevli Meclisê bibê, piştgirî ji parlemenê Merdînê ê AKP´yî Mehmet Halit Demir hat. Demir got“ heger jibo Ahmet Türk karibê tevlî hilbijartina navberê bibê pêwistî hebê ezê îstîfa bikim. Lê belê parlemenên din piştgirî nedan vê bersivê.

Jibo ku hilbijartina navber li Mêrdînê çêbibê, divê ku tevahîya Parlementerê Mêrdînê îstîfa bikin. Demir got “ezê îstîfa bikin“ lê belê parlementerên din, piştgirîyê nadin Parlementerê Mêrdînê Mehmet Halit Demir. Tewra Demir ya biratîyê bu sebeba fikrên cuda dinava AKP´de.

Piştî girtina DTP ku qadaxeya sîyasî ya Ahmet Türk û Aysel Tuğluk, li fomulên nu tê gerandin. Bi vê munasebetê formula Sêrtê, ya ku jibo Recep Tayip Erdoğan hatibu kirin, dixwazin bikin rojevê. Destpêka vê formulê ji Mehmet Halit Demir ê parlemenê AKP´yî hat. Piştî daxwîyanên Demir ti deng heta niha ji ji parlementera DTP ya hatî girtin Emine Ayna nehatîye.

Parlementerên Mêrdînê ên din çi gotin

Jiber ku jibo hilbijartina navber li Mêrdînê çêbibê, dive ewder ji parlementera vala bibê.

Yani parlementerên Mêrdînê ên AKP´yi Mehmet Halit Demir, Gönül Bekin Sahkulubey, Süleyman Çelebi, Cüneyt Yüksel û parlemena DTP Emine Ayna jî îstîfa bikin.

Parlementerê AKP´yi Süleyman Çelebî daxwîyanî da INTERNETHABER û wiha got”diha ku qabul nebê ezê çima vala bêjim amîn û got ez wiha nafikirim. Kê xwe jibo kê feda bıkê. Jibo gotinên Mehmet Halit Demir ku gotibu”heger pêwistî habê ezê îstîfa bikim” Süleyman Çelebî got” ew Mamed´e û ez Süleyman im. Ez ne di wî fikrîdema.

Parlemena AKP´yi Gönül Bekin Şahkulubey, liser mijarê wiha got” ez ne parlementerek ku bi sere xwe hatima hilbijartin. Ev mijar gurubê girêdidê û cîgerêserokê gurubama daxwîyanî daye.

Liser mijarê ti deng ji Emine Ayna nayê,lê belê tê tahminkirin ku heger pêwistî pê habê wê Emine Ayna jî îstîfa bike.

Bazar/ Mazîyat /Markt Kalê Şewirmend Tendirustî SPORT Kurdi Deutsch Türkçe